Bi binçavkirinan têkoşîna jinan naçewise

  • 20:57 16 Adar 2022
  • Rojane
AMED – Tora têkoşîna li dijî Tundiyê û DAKAP'ê binçavkirina jinan bi daxuyanîyekê şermezar kirin. Jinan destnîşan kirin ku ev êrîş li dijî têkoşîna jinên kurdan e û bi wan binçavkirin û girtinan têkoşîna jinan naçewise.
 
Ji hêla Serdozgeriya Komara Amedê ve operasyanek hat destpêkirin û serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Gelek jin serê sibehê hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Tora têkoşîna li dijî Tundiyê û Platforma Jinan a Dîcleyê (DAKAP) binçavkirina jinan bi daxuyanîyekê şermezar kirin. Daxuyanî li pêş edliyeya Amedê hate lidarxistin.
 
Li ser navê Jinan parêzer Ozum Vurgun metna daxuyaniyê xwend. Ozum, diyar kir ku di serdegirtina malan de xalên hiqûqî hatine binpêkirin û jinên ku di bin çavan de nin rastî muameleya xirab hatine. Ozum, wiha axivî: “ Mafê jinan ê agahdarkirina xizmên xwe û gihandina parêzeran hat binpêkirin. Hat zanîn ku jin di dema binçavkirinê de rastî îşkence û muameleya xerab hatine. Di heman demê de 24 saet qedexekirina parêzeran binpêkirina mafê azadî û ewlehiyê ye.”
 
'Ev êrîş, tundiya sistematîk a dewletê ye'
 
Ozum, anî ziman ku nasnameya jinan di çalakiyên wan de ji wan re wek sûc tê hesibandin û di axaftina xwe de wiha pêde çû: “Em dizanin ku bêyî têkoşîneke yekbûyî û edaleta zayendî ti nasname bi serê xwe azad nabe. Li gelek parêzgehên ku desthilatdariya siyasî maf û destkeftiyên jinan hedef digire û bi barîkatên li derdora herêmê hewl dide ku têkoşîna jinan biçewisîne. Ev operasyona ku îro pêk hat li dijî têkoşîna jinên kurd e û çavtirsandinê hedef digire. Binçavkirinên kolektîf ên di operasyonên 22’ê Gulana 2020'î û 5’ê Nîsana 2021’ê de ku li dijî Komeleya Jinan a Rosa pêk hatin, îspata wê yekê ye ku êrîş ne ferdî ye, tundiya sîstematîk a dewletê ye.”