Li gundê Gozelê agirê Newrozê hate pêxisitn
- 20:54 16 Adar 2022
- Rojane
AMED – Rêxisitan HDP’ê û ya DBP’ê a navçeya Kayapinarê li gundê Gozelê agirê Newrozê pêxistin û bi def û zûrneyê govend gerandin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Kayapinarê di çarçoveya xebatên Newroza 2022’yan a bi dirûşma “Dem Dema Serkeftinê ye” wê bê lidarxistin li gundê Gozelê xebatên Newrozê dan meşandin. Li gund agirê yekem hate pêxistin û govend hate gerandin. Herwiha li gundiyan belavokên Newrozê hatin belavkirin.
Li derdora agirê Newrozê gelek nîştecihên gund kom bûn û bi coş govend gerandin.
Çalakî jî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz” bi dawî bû.