Li Wanê binçavkirina jinan hat şermezarkirin

  • 16:56 16 Adar 2022
  • Rojane
WAN - Binçavkirina 22 jinan a li Amedê ji hêla Komeleya Jinan a Star a Wanê ve hat şermezar kirin û banga serbestberdana jinan hat kirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê da destpêkirin de di saetên serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Tevî Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya li Amedê 22 jin hatin binçavkirin. Bertekên li dijî binçavkirinan didomin. Her wiha hat hînbûn ku derbarê 24 jinan de biryara binçavkirinê hatiye dayin. Derbarê binçavkirinan de Komeleya Jinan a Starê ya Wanê daxuyaniyek li salona Konferansê ya Baroya Wanê da. Seroka komeleyê Dîlan Kunt daxuyanî da.
 
Di daxuyaniyê de binçavkirina jinan hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Em carek din hişyar dikin, bi binçavkirinan makeqûn jî tên binpêkirin. Daxuyaniyên çapemeniyê, mîtîng hemû di çarçoveya azadiya ramanê de tên kirin. Ev tişt hemû di çarçoveya mafên bingehîn de pêk tê. Ji ber vê sedemê binçavkirin û lêpirsîn tê wateya îhlalkirina makeqanûnê. Jinên ku li Amedê hatin binçavkirin jinên têkoşer in. Divê ev jin serbest bên berdan. Divê kesên ku bêhiqûqiyê dikin derbarê wan de lêpirsin vekin."