Li Wanê 91 roj in 'Nobeta Edaletê' didome

  • 16:37 16 Adar 2022
  • Rojane
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê 91 roj in didome. Serdana ji bo nobetê didomin. 
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê di roja 91'emîn de berdewam dike. Nobeda îro dayika girtiyê nexweş Botan Tîmûr, Aslihan Tîmûr girt. Rêveberên Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Wanê serdana nobedê kirin. 
 
Di serdanê de serokê Odeyê Mîhaîl Atîk axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got neberdana girtiyên nexweş bêedaletî ye.