Çalakiyên Herêma Federal a Kurdistanê: Komkujiya Helebceyê nayê jibîrkirin

  • 16:26 16 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê Herêma Federal a Kurdistanê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi çalakiyên cuda hatin bîranîn. 
 
Bi minasebeta 34’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê, li gelek bajarên Herêma Federal a Kurdistanê bername û çalakî hatin lidarxistin û qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn.
 
Li seranserê Herêma Federal a Kurdistanê ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Helebceyê, di saet 11:05’an de deqeyek jiyan rawestiya. Li gelek bajar û navçeyên herêmê welatî di nav bazar û kolanan de deqeyek ji bo Helebceyê rawestiyan.
 
Li Helebceyê komkujî hat şermezarkirin 
 
Komeleya Qurbaniyên Helebce li ber avahiya xwe merasîma 34’emîn salvegera kîmyabarna Helebce kir. Wezarareta Şehîdan a Herêma Kurdistanê jî li Goristanan Şehîdên Kîmyabarana merasîm da destpêkirin. Lê li rexa din bi dehan welatiyên Helebce, li nav bazarê çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin. Welatî dijî ne xizmetkirina Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistan ya ji bo Helebceyê, kombûn û nerazîbûna xwe nîşandan.
 
Li Hewlêrê şanoyek hat pêşandan
 
Li bajarê Hewlêrê li pêş kelha Hewlêr şanoyek hate pêşandan. Mijara şanoyê rexnekirina hizb û aliyên siyasî ya ji ber ne xizmetkirina ji bo Helebceyê bû.
Her wiha li Dibistana Amadeyî ya Kurdistan a Hewlêrê pêşangehek wêneyan hate vekirin. Di pêşangehê de wêneyên karesatên di salên borî de li ser Gelê Kurd hatine, hatin nîşandan.
 
Li Silêmanî bernameya bîranînê
 
Li ber Saraya Silêmaniyê îro bi boneya 34’emîn salvegera kîmyabarana Helebce hunermendên Silêmaniyê li hev kom bûn û qurbaniyên kîmyabarana Helebce bibîranîn. Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi gotina stranên nîştimanî û mûzîkê şehîdên Helebce bi bîr anîn. Piştî stranên nîştimanî sirûda neteweyî Ey Reqîb xwendin.
 
Li Çemçemalê şitlên daran hatin çandin
 
Li ber derê peymangeha Teknîkî ya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê, Rêxistina Ayînde ya ji bo parastina jînge û Şaredariya Çemçemalê, şitlên daran çandin.
 
Ji Tevgera Azadî daxuyanî 
 
Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi boneya 34’emîn salvegera kîmyabarana Helebce daxuyanî da û diyar kir ku divê aliyên ku ji bo Helebce propagandayê dikin ji berî her tiştî dest ji berjewendiyên teng ên hizbî û malbatî berdin û wiha tîne ziman: “Di salvegera kîmyabarana Helebce de, pêwîstiye ma bi yekgirtin û yekrêziyê heye û divê em ji tu mafên xwe tawîzan nedîn.”