Platforma Yekîtîya Jinên Kurd Komkujiya Helebceyê şermezar kir

  • 16:16 16 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtîya Jinên Kurd bi minasebeta salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyanîyek nisîvkî weşand û komkujî şermezar kir.
 
Platforma Yekîtîya Jinên Kurd bi minasebeta salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyanîyek nivîskî weşand û komkujî şermezar kir.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di 16'ê Adar a 1988'an de li Başûrê Kurdistanê, bi talîmata Seddam Huseyin ku wê serdemê serokkomarê Iraqê bû, êrişa çekên kimyewî li Helepceyê pêk hat. Di vê êrişa ku hemî cihan jê kerr û lal ma de, pênc hezar kurdan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran jî bi giranî birîndar bûn. Ji bilî mirovan, bi hezaran ajal di vê qetlîama ku birîna Kurdistanê û rûreşiya cihanê ye de telef bûn. Ev roj roja bîranina komkujiyê ye ku di çarçoveya operasyona Enfalê de li bajarên kurdan, bi taybet li Helebceyê pêk hatiye. Seddam Huseyin, ji ber  vê komkujiya ku li ser kurdan pêk aniye, di 5'ê mijdara 2006'an de hate îdamkirin. Dadgeha cezayê Iraqê di 1'ê adara 2010'an de komkujiya ku li Helebceyê hatibû kirin qebûl kir. Di vê sedsalê de jî serdestên kurdan, êrîş û zextên xwe didomînin.
 
Cîhan ji komkujiyên li ser kurdan re kerr û lal e
 
Ji bo tunekirina kurdan, ji dagirkirin û perçekirina Kurdistanê û heta roja me ya îro, bi dehan caran komkujî û qetlîam li ser gelê kurd pêk anîne û tînin. Îro em dibînin ku li Rojavayê Kurdistanê û li Şengala pîroz bi milyonan kurd di bin zext û tehdita çeteyên DAIŞ'ê de ne. Bi hezaran jinên kurd ên Êzidî di destên çeteyên har û hov de dîlgirtî ne. Cîhana ku di qetlîama Helebceyê de kerr û kor û lal bû, niha jî em dibînin ku xwe li kerr û korî û laliyê danîye.
 
Gelê Kurd tu carî serî netewandiye û dê netewîne
 
Lê gelê kurd, li hember hemî zext, tundî û polîtikayên tunekirinê ji bo parastina hebûna xwe her daîm di nav têkoşîneke bêhempa de bûye. Di encama têkoşîn û berxwedanê de gelê kurd gelek tişt bi dest xistiye. Ji bo parastina deskeftiyan û ji bo bidestxistina hemî mafan divê kurd tifaqa xwe xurttir bikin ku pêşî li qetlîam û zordestiya li ser kurdan bigirin. Dîrok, şahid e ku gelê kurd tu carî serî netewandiye û dê netewîne.
 
Em wekî Platforma Yekîtiya Jinên Kurd vê komkujiyê û hemî tundî û zextên li ser tevahî kurdan şermezar dikin. Helebce ne do ye îro em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Bêhna sevê di bîra me de ye!