'Nobeda Edaletê' di roja 24'an de ye: Tecrîdê bi dawî bikin

  • 15:58 16 Adar 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Fatma Surme ya ku di 'Nobeda Edaletê' de axivî, diyar kir ku di serî Îmrali divê li hemû girtîgan tecrîd bê bidawîkirin. 
 
Ji bo ku girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê dest bi "Nobeda Edaletê" kiribûn. Nobed di roja 24'an de berdewam dike. Nobeda îro ji aliyê dayika Ahmet Surme yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê tê girt Fatma Surme ve hat girtin. Fatma diyar kir ku di serî de Îmrali bila li hemû girtîgehan tecrîd bê bidawîkirin. 
 
'Pirsgirêkên li girtîgehan berdewam dikin'
 
Piştî mirina Vedat Erkmen ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê di 19'ê Kanûna 2021'ê  de jiyana xwe ji dest da li girtîgehê di 17'ê çileyê de greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hatibû destpêkirin. Li gel greva ku berdewam dike Ahmet Surme ê ku bi nexweşiya kezebê ye û 15 rojan piştgirî dabû çalakiyê di hevdîtina ku duh bi dayika xwe Fatma Surme re bi telefonê kiriye diyar kiriye ku wî çalakiya dabû destpêkirin ji ber nexweşiya xwe bi dawî kiriye. Fatma diyar kir ku pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn berdewam dikin û got, "Her cureyê tundiyê li me dikin. Hem tundî heye û hem jî di greva birçîbûnê de ne. Dema ku nexweşên me ji nexweşxaneyê dibin girtîgehê wan dikin hucreyê  û derman jî nakin. Lawê min di grevê de bû lê bi dawî kir û pirsgirêk jî berdewam dikin."
 
'Bila girtiyên nexweş bên berdan'
 
 Faatma anî ziman ku girtinên bi hincetên pûç berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe, " Kesek gotinekê jî  bike diavêjin girtîgehê. Aysel Tugluk nexweşa giran e lê dîsa jî nayê berdan. Banga min ji bo rayedar û  Wezareta Dadê  ye, Bila girtiyên  me serbest berdin. Ez bang li dayikên girtiyan jî dikim ku piştgirêyê bidin çalakiya me. Ez ji bo zarokên xwe li vir im bila hemû dayik jî ji bo zarokên xwe çi ji destên wan tê bikin."
 
'Tecrîdê bi dawî bikin'
 
Fatma banga bila tecrîda li Îmraliyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln bi dawî bibe kir û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Tişta lê tê kirin zilm e. Ev zilm her ku diçe li hemû girtîgehan belav dibe. Em qebûl nakin. Hata xizmên me yên girtî bên berdan dê çalakiya me bidome."