Li Mêrsîn û Hatayê serlêdanên ji bo Newrozê hatin qebûlkirin

  • 15:06 16 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Newroza ku wê li Mêrsîn û li navçeyên Hatayê ên Îskenderûn û Dortyolê bê pîrozkirin serlêdanên hatin kirin qebûl bûn.
 
Ji navendên girîng ê ku wê vê salê Neweroz bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li wan bên pîrozkirin yek jê jî Herêma Çukurovayê ye. Ji bo Newroza ku wê di 20'ê Adarê de li Mêrsîn û li navçeyên Hatayê ên Îskenderûn û Dortyolê bê pîrozkirin serlêdanên hatin kirin qebûl bûn. Di vê çarçoveyê de li Mêrsînê wê agirê Newrozê saet di 11.00'an de li Qada Tirmilê, li Îseknderûnê jî li Taxa Buluttepe saet di 11'an de û li Dortyolê jî li Taxa Ocalkliyê saet di 10.00'an de bê pêxistin.