Li Ceyhanê agirê Newrozê vêket

  • 14:35 16 Adar 2022
  • Rojane
 
EDENÊ - Li Ceyhanê agirê Newrozê hat pêxistin û banga tevlîbûna pîrozbahiya 21'ê Adarê hat kirin.
 
Newroza îsal ku wê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" bê lidarxistin, wê di 21'ê Adarê de li Ceyhan Belediyeevlerî ya Edeneyê bi girseyî bê pîrozkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel Meclîsa Dayikên Aştiyê, wê li banê avahiya Rêxistina Navçeya Ceyhanê ya partiyê agirê Newrozê pêxist. Endamên partiyê bi stranan li dora agir rawestiyan û dirûşma "Bijî Newroz" berz kirin.
 
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Ceyhanê Seyfettîn Aydemîr da xuyakirin ku Newroz di şexsê Gelê Kurd de di nava hemû gelan de cejna azadî û berxwedanê ye û bang li gelê bajêr kir ku 21'ê Adarê pîroz bikin.