Erdîşê ji Newrozê re amade ye

  • 14:29 16 Adar 2022
  • Rojane
WAN - Li Erdîşê xebatên ji bo pîrozbahiya Newrozê ku wê sibe saet di 10'an de bê piîrzkirin ber bi dawiyê ve diçin. Bi meşeke ku li navenda navçeyê hat kirin şêniyên navçeyê vexwendin şahiya Newrozê. 
 
Amedekariyên Newrozê ku wê sibe li navçeya Erdîşê ya Wanê saet di 10.00'an de bê pîrozkirin ber bi dawî ve diçin. Pîrozbahiya ku wê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên herêmê û hunermend tevli bibin. Ji bo pîrozbahiyê DBP û HDP'yiyan  li navenda navçeyê meş li dar xisitn û şêniyên navçeyê vexwendin pîrozbahiyê. 
 
Di meşa ku li gel erbaneyan hat lidarxisitn de dirûşmên "Bijî Newroz" û "Newroz pîroz be"  hatin berzkirin. Piştî meşê girseya ku li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê kom bû li ber erbaneyê govend gerand û piştr derbasî qada newrozê bû.