Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin

  • 13:47 16 Adar 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Endama YJA-Starê Şîlan Çîçek, li Çiyayê Bagokê di encama pêvçûnê de jiyana xwe ji dest da piştî 3 mehan malbatê karî cenazeyê keça xwe wergirin. Cenazeya wê li Mêrdînê hat definkirin. 
 
Hêzên artêşa Tirkiyeyê di 11’ê kanûna 2021’an de li Çiyayê Bagok ê Nisêbîn a Mêrdînê dest bi operasyona leşkerî kiribûn û operasyon heta 15’ê kanûnê berdewam kir. Di encama bombebaranê de li Çiyayê Bagokê 6 endamên YJA-Starê jiyana xwe ji dest dan. Ji cenazeyên endamên YJA-Starê yê Denîz Orak (Hîra) û Sîmanûr Kaya (Mesken) hatibûn wergirtin û yê 4 jinên din jî li Goristana Bêkesan hatibûn definkirin. Cenazeyên Betûl Dîlen (Dîcle) û Fatma Çîçek jî di dîrokên cuda de dan malbatên wan û cenaze dîsa hatin definkirin. 
 
Cenazeyê endama YJA-Starê Şîlan Çîçek (Nûjiyan) jî piştî mînaka xwînê, duh dan malbata wê. Malbatê cenazeyê keça xwe duh bi şev ji Goristana Bêkesan a Artûkluyê wergirt û bir gundê Kurika Çeto yê Artûkluyê. 
 
Cenazeyê Şîlanê ji hêla malbat û xizmên wê ve li kêleka Denîz Orak hate definkirin.