KNK: Gelê Kurd tu carî komkujiya Helebceyê ji bîr nake

  • 13:43 16 Adar 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta Komkujiya Helebcê KNK’ê daxuyaniyek da û got: "Gelê Kurd tu carî komkujî û qirkirina Helebceyê ji bîr nake û wê her tim di mejî û ruhê kurd de zindî bimîne."
 
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 43’yemîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyanî da diyar kir ku 16’ê Adara 1988’an rejîma dîktator û faşîst a Saddam 5 hezar kurd bi çekên kîmyewî bi rengekî hovane qetil kir.
 
Daxuyaniya KNK’ê wiha ye: 
 
“Meha adarê ji bo Kurdistanê meheke bi naveroka xwe û bûyerên di vê mehê de qewimîn gelekî bi trajedî, têkoşîn û serhildanê tijî ye. Yek ji van rojên herî bi trajedî, komkujî û qirkirinê 16’ê Adara 1988’an li başûrê Kurdistanê li bajarê Helebceyê bû. Li bajarê Helebceyê zêdeyî 5 hezar kes ji aliyê rejîma dîktator û faşîst a Saddam ve bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin ku di nava wan de zarok, jin û kesên bi temen hebûn. Ev qetlîama hovane hîn di mejî û ruhê Gelê Kurd de zindî ye û nehatiye jibîrkirin û wê ti carî neyê jibîrkirin. Her wiha di vê mehê de gelek qetlîam û qirkirin weke ya Helebce ji aliyê dewletên koloniyalîst, faşîst û dîktator li her çar beşên Kurdistanê pêk hatine.
 
Qatlîamên bi vî rengî ne ji aliye rejîma faşîst a Saddam bi tenê pêk tên. Her wiha dewleta Tirk jî, di dîroka xwe ya sed salî de gelek caran bi çekên kîmyawî qetlîam û qirkirinê bi vî rengî pêk aniye û hîn jî dewleta Tirk çekên kîmyawî li hemberî Gelê Kurd, li hemberî xelkên sivil bê cudahî bikar tîne. Dewleta Tirk di nav van 2 salên dawî de bi dehan caran çekên kîmyawî li Başûrê Kurdistanê li hember şervanên azadîyê û xelkên sivîl bikar aniye û hîn jî bikar tîne.
 
KNK careke din dixwaze ku qetlîam û qirkirina li dijî Gelê Kurd, ya li bajarê Helebceyê bi bîra raya giştî ya cîhanê bixe û dixwaze Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Dîwana Edaletê ya Navdewletî komkujiya Helebceyê weke qirkirinê qebûl bike û gunehkaran darizîne.
 
Gelê Kurd tu carî komkujî û qirkirina Helebceyê ji bîr nake û wê her tim di mejî û ruhê kurd de zindî bimîne. Ruhê şehîdên Helebceyê şad be.”