Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Komkujiya Helebceyê şermezar kir

  • 13:11 16 Adar 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Bi munasebeta salvegera Komkujiya Helebceyê, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û Zanîngeha Kobanê deqeyeke rêz girtin.
 
Di 16'ê Adara 1988'an de Komkujiya Helebceyê pêk hat. 34 sal in ku ev komkujî pêk hat û bi hezaran kurd hatin kuştin. 10 hezar kurd birîndar bûn. 
 
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û Zanîngeha Kobanê ji bo kesên di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dan, deqeyeke rêz girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Rêvberiya Xweser axaftin hat kirin.
 
'Li dijî dagirkeriyê em berxwedanê mezin dikin'
 
Rêveberiya Xweser di axaftina xwe de bal kişand ser Komkujiya Helebceyê û wiha got:"Ev komkujiya li Helebceyê pêk hat, armanca wê tunekirina gelê kurd e. Kuştin û qetlîamên wekî vê, ji bo tunekirina gelê kurd e. Ev sîstemên ku li ser erdê Kurdistanê ye her êriş dikin. Weke ku tê dîtin ev ne qirkirina yekemîn e, di dîroka Kurdistanê de li Amed, Dêrsimê li gelek cihan li dijî kurdan qirkirin ketiye meriyetê. Sekna me ya li dijî qirkirinê jî li  vê derê teqez dike ku em xwedî maf û nasname ne. Em ê hertim jî li dijî dagirkeriyê û qetilkirinê berxwedana xwe mezin  bikin."