Li Şirnexê starta Newrozê hat dayîn

  • 12:37 16 Adar 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Şirnexê, li navendê starta pîrozbahiyên Newrozê da.  
 
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Şirnexê tekildarî pîrozbahiya Newroza ya ku di 19’ê Adarê de dê bi dirûşma “Dem Dema Serkeftinê ye” bê pîroz kirin starta xebatên xwe da. Komîteya Amadekar a Newrozê li ser banê avahiya  HDP'ê ya navendê agirê Newrozê pêxist û daxuyanî da. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozgûneş û rêveberên HDP'ê yên navendê tevlî daxuyaniyê bûn. Jin bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî daxuyaniyê bûn.
 
Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz ve hat xwendin. Sabahattîn, anî ziman ku Newroz berxwedan, hêvî, cesaret, qêrîn, hevgirtin û yekîtî yê û wiha got: “Em ji her zimanî, ji her rengî, ji her dengi û ji her gotinên xwe diqîrin, em li kêleka hev radiwestin. Em agirê Newrozê bi awayekî herî xurt pêdixin, ji ber ku ev agir wê mizgîniya ronahiya salên pêş bine.”
 
‘Hertim bi lanet dê bên bîranîn’
 
Sabahattîn, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên ku di Newroza 1992’an a li Şirnexê qewimîn jî û wiha domand: “21’ê Adarê salvegera Newroza 92’an e. Di vê rojê de polîs û leşkeran bi çekên giran êrîş anîn ser gêlê mê, li gorî hejmarên fermî li navenda Şirnexê 54 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Berpirsiyarên qetlîama Newroza 92’an  di dîroka mirovahiyê de hertim wê bi lanet bên bîranîn.  Em welatiyên me yên ku beriya 30 salan di pîrozbahiya Newroza Şirnexê de, jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr tînin û li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”
 
Bangawazî
 
Sabahattîn di dawiya axaftina xwe de got ew ê di 19’ê Adarê roja şemiyê li qada mitîngê ya li kêleka qada pîşesaziyê ya Taxa Bahçelîevlerê li Şirnexê Newrozê pîroz binin û bang li hemû şêniyên Botanê kir ku tevlî pîrozbahiyê bibin.
 
Hasan Ozguneş ê HDP’yî jî Newroz li hemû gelan pîroz kir û bang hemû kesî kir ku bi coş û kelecanek mezin tevlî pîrozbahiyê bibin.  
 
Mitînga ku dê di 19’ê Adarê de li Şirnexê  pêk bê Parlamenetera HDP’ê ya Êlihê wek axaftvan dê tevlî bibe. Her wiha hunermend Şiyar Berwarî, Kadîr Çat û Koma Hîvron jî ji bo stranên xwe pêşkêş bikjin dê derbikevin ser dîkê.
 
Piştî daxuyaniyê bername bi dirûşma “Newroz Pîroz Be”, pêxistina agirê Newrozê û bi gerandina govendê bi dawî bû.