'Nobeta Edelatê' ya Malbatan Şenyaşar 373 roj in didome

  • 12:27 16 Adar 2022
  • Rojane
RIHA - Malbata Şenyaşar di çalakiya xwe ya îro de diyar kir ku li Meclisê kesên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin, neçarî têkçûnê ne. 
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê dayika Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin qetilkirin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji komkujiyê bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. 
 
Çalakiya malbatê di roja 373’yan de berdewam kir. Dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe îro di danê sibehê de ji Pirsûsê hatin Rihayê û li ser dereskeyên Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kirin. Malbat, ji bo parêzer û welatiyên hatibûn edliyeyê re qala têkoşîna edaletê dikin. 
 
Malbatê, li ser hesabê xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û wiha got: “Civak û wijdan; ji dewlet, pere û desthilatan gelek bihêztir in. Edaleta herî mezin, wijdana gel e. Gel, bi me re ye. Kesên li Meclisê xwe li hemberî vê zilmê bêdeng dikin, neçarî têkçûnê ne.”