Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 21-22'yê Adarê kir betlane
- 12:06 16 Adar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 21-22'yê Adarê kir betlane.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 21-22'yê Adarê bi boneya cejna Newrozê li hemû saziyên xwe betlane ragihand.
Meclisa Rêveber a Rojavayê Kurdistanê bi boneya Newrozê duh êvarî daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
*Hemû sazî û daîreyên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja Duşemê û Sêşemê 21-22'yê Adara 2022'yan betlane ye.
* Ji bilî saziyên ku taybetmendiya karê wan cuda ye, hemû saziyên din pabendî vê betlaneyê ne. "