Li Mexmûrê Komkujiya Helebceyê hat şermezarkirin

  • 11:30 16 Adar 2022
  • Rojane
 
MEXMÛR - Bi minasebeta Komkujiya Helebcê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: “Em Komkujya Helebceyê şermezar dikin û banga li gele başûr dikin ku li hemberî êrişan serî rakin. Ev dem dema xwe rizgarkirna li hemberî zihniyeta dijmin e.”
 
Bi minasebeta Komkujiya Helebcê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), li ber avahiya Saziya Malbatên Şehidan daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji hêla Hevşaredara Mexmûrê Fatma Hîlalî ve hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Di destpêke de hemû şehîdên Helebce û hemû şehîdên meha adarê bi bîrtînin. 34 sal in ser Komkujiya Helebce re derbaz bû. Lê hina jî zihniyeta ku qetil dike heman tiştî pêk tîne. Qetiama li hemberî kurdan berdewam dike. 
 
Komkujiya Helebce bigire heya niha ew zihniyet berdewam dike. Lê mixabin çi dewle li hemberî van qetliaman dengê xwe nake hemû kes li hemberî van komkujiyan bêdeng diminin. Heya mirov xwe nasneke mirov dijminê xwe jî nasnake pêwiste em xwe baş nasbikin. Pêwiste em kurd zihniyeta paşvero tunebikin û tu qetliama li ser xwe qebûl nekin. 
 
Niha jî li çiyayên Kurdistanê çekên kimyewî tê bikaranin li dijî van êrişan pêwiste em kurd çavê xwe vekin û qebûl nekin bi taybet banga min ji gelê başûr ew e ku serî li hemberî hemû êrişan rakin. Ev dem dema xwe rizgarkirna li hemberî zihniyeta dijmin e. Em dîsa hemû qetliaman û komkujiya Helepçe şermezar dikin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.