Ji bo Mexmûriyan Newroz 'Roja berxwedanê ye'

  • 09:05 16 Adar 2022
  • Rojane
 
Qeder Kar - Bêrivan Tunç
 
MEXMÛR - Amadekariyên pîrozbahiya Newrozê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê didomin. Miryem Adamiş, destnîşan kir ku Newroz ji bo kurdan roja berxwedanê ye, Gulîzar Yaman jî diyar kir ku Newroz serî rakirina li dijî Dehaq, zilmkar û dagirkeran e.
 
Li tevahiya Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir. Kurd bi coşek mezin li qadan pêşwaziya Newrozê dikin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji ev 28 sal in Newroz bê navber tê pîrozkirin. Ji niha ve amadekariyên pîrozbahiyê dest pê kir. Miryem Adamîş û Gulîzar Yaman ji ajansa me re behsa wateya Newrozê kirin. 
 
‘Me li Sêrtê Newroz pîroz kir' 
 
Miryem, diyar kir ku Newroz ji bo kurdan rojek girîng e û got: "Ez di serî de Newroza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, gerilayên serê çiya, li hemû girtiyan pîroz dikim.  Dema em li memleket bûn li gund dayikên me ji Newrozê re digotin Cigort we demê wek cejnekî dihat pîrozkirin. Me ne dizani ku Newroz çiye heya ku em hatin bajêr me Newroz nas kir. Di sala 1995’an de me li Sêrtê Newroz pîroz kir. Girseyek kom bû û agirê Newrozê pêxistin. Li dora agirê Newrozê dilan hatin girtin. Li hemberî pîrozbahiyê polîsan êrişê gel kir, lê gel bi tu awayî dest ji pîrozbahiyê berneda."
 
'Newroz ji bo me berxwedan e' 
 
Miryem, da zanîn ku meha adarê ji bo kurdan meheke girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo me kurdan rojeke nû û serkeftinê ye. Dema dibêjin Newroz Deheqa zilmkar tê bîra mirovan. Kawayê Hesinkar li hemberî zilma wî rabû. Ev roj ji bo me roja serkeftinê ye. Di heman demê de yên ku herî zêde li dijî zilmê derdikevin jî Gelê Kurd e. Li zindanê Mezluman li hemberî zilmê agir berdan bedena xwe û li hemberî zilmê serî netewan. Ev berxwedan hêj jî didome. Newroz ji bo me berxwedan e." 
 
‘Em ê bi ruhê berxwedanê dakevin qadan’
 
Miryem bi bangewaziyê dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li jinên kurd dikim ku çala di 8'ê Adarê de daketin qadan dê di Newrozê de jî derkevin qadan. Em ê Newroza xwe bi rihe berxwedan û serhildanê li qadan bi coşeke mezin pîroz bikin." 
 
‘Agirê Newrozê ji bo me sembole’
 
Gulîzar, daxuyand ku di salên 80'ê de li gund Newroz dihat pîroz kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di salên 80'ê me li gund Newroz pîroz dikin. Me ji bo Newrozê amadekarî dikir. Dema dibû êvar jî me agiriyê Newrozê pêdixist. Em li dora agir kom dibûn. Her sala ku derbaz dibû Newroz xweştir dibû. Di sala 1993’yan de dema me li gund Newroz pîroz kir dijmin êrişê pîrozbahiya me kir. Ligel êrişê dîsa jî pîrozbahî berdewam dikir." 
 
‘Li dijî Dehaqan serî rakirin e Newroz'
 
Gulîzar di axaftina xwe de wiha bal kişand ser wateya Newrozê: "Em Newrozê tenê wekî cejnekî nabinin, ji bo me serhildan û berxwedan e. Newroz li hemberi dagirker û zilimkaran serî rakirine. Bi taybetî zilma ku hem ji aliyê mêr û hem jî ji aliyê dewletê ve pêk tê bi taybetî bandorê li jinan dike. Ji ber vê sedemê bêtir jin di nav berxwedanê de cih digirin. Jin bi taybetî ji bo avakirina yekitiyê di nav hewldanan de nin. Ji ber vê jî bêtir divê jin xwedî Newrozê derkeve. Ev roj roja xwedî li derketina maf e. Newroz ji bo me ne tenê pîrozbahiyek e, li dijî Dehaq, zilmkar û dagirkeran roja serî rakirinê ye." 
 
'Tevlî pîrozbahiyan bibin'
 
Gulîzar, Newroza hemû gelan pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez ji wek dayikek Newroza  Gelê Kurd pîroz dikim. Ez bang li Gelê Kurd û bi taybetî jî jinên kurd dikim ku di 21'ê Adarê de dakevin qadên berxwedanan."