Li Îzmîrê 'Nobeta Edaletê' 23 roj in didome

  • 16:55 15 Adar 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan 23 roj in didome û serdanên ji bo piştevaniyê jî didomin.  
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Îzmîrê hatî destpêkirin 23 roj in didome. Malbatan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpekirina mafên girtiyan. Ji sekreterê berê ya Giştî ya KESK'ê ya Îzmîrê Faysal Ozçîft û nûnerê TUHAD-FED'ê ya Mêrdînê Mazlum Koç serdana nobetê kir. 
 
Di serdanê de Faysal axivî û got: "Têkoşîna ku ji hêla malbatanên girtiyan ve tê dayîn têkoşÎneke bingehîn a mafên mirovan e. Li girtîgehan cenaze derdikevin û mafê jiyanê tê binpêkirin. Bi giştî li hemberî civakê êrişek heye. Divê tecrîda ku li hemberî girtiyan pêk tê bê bi dawîkirin."
 
Mazlûm jî diyar kir ku divê her kes piştevaniya çalakiya malbatan bike û wiha axivî: "Divê her kes li hemberî çalakiyê bi hestiyar tevbigere û piştevaniya malbatan bike. Niha li girtîgehan têkoşînek tê dayîn. Her wiha tecrîda ku li Îmraliyê niha belavî her qadên civakê bûye."