Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayin

  • 15:46 15 Adar 2022
  • Rojane
COLEMÊRG - Ji bo Newroza Geverê ya di 21'ê Adarê de destûr hat dayin. 
 
Serlêdana komîteya tertîpê ya ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 21'ê Adarê ya li Gevera Colemêrgê hat qebûlkirin. Wê cîgirê Hevserokatiya HDP'ê Tayip Temel jî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe. Her wiha dê Newroz li Stada Yenişehirê ya li Taxa Yeniyê bê pîrozkirin. Her wiha tê hêvîkirin ku Koma Îsyan Ateşî, Ruken Yilmaz, Kadir Çat jî derkevin ser dikê. 
 
Dê Newroz di nava saetên 12.00-17.00'an de bê pîrozkirin.