Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû

  • 15:25 15 Adar 2022
  • Rojane
 
 
STENBOL - Bernameya Newroza Stenbolê ku wê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li Yenîkapiyê bê pîrozkirin, diyar bû.    
 
Newroza Stenbolê wê îsal bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Bernameya Newrozê ku di 10'ê adarê de bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi deklerasyonekê starta wê hat dayîn, diyar bû. Di çarçoveya amadekariyan de Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê, ji bo ku li Yenîkapiyê Newrozê pîroz bike serî li Walîtiya Stenbolê dabû.  Li seranserê bajar ji bo bangên Newrozê nêzî 400 îlanên bilboardan, ji bo bi dîwarên avahiyan ve û li kuçeyan bên daleqandin hezar pankart, 500 hezar belavokên kurdî û tirkî hatin amadekirin û xebatên li qadê dest pê kirin. 
 
Wê Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmê Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û sendîkayan tevlî Newroza li Stenbolê bibin. Wê di Newrozê de metneke hevpar ku ji aliyê hemû pêkhateyan ve hatiye nivîsandin bê xwendin. 
 
Banga tevlibûna pîrozbahiyê
 
Ji aliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê ve ev bang hat kirin: "Newroza 2022'yan, li dijî polîtîkayên talan û şer ku ji aliyê desthilata AKP-MHP'ê ve tê meşandin, bangî kesên keda wan tê xwarin, bindest, kesên tune tên hesibandin; ziman, bawerî, kesên têkoşîna hebûnê didin, kesên ji girtîgehan deng didin, kesên li gorên zarokên xwe digerin, kesên li konên grevan hesabê keda xwe dipirsin dike ku qadên Newrozê têje bikin û têkoşînê bi hev re mezin bikin, bi kurtasî; li dijî dehakên her dem û serdemê me vedixwîne qadên Newrozê!"
 
Hunermendên tevli pîrozbahiyê dibin
 
Navê hunermendên ku di Newrozê de derkevin ser dikê jî wiha ne; Xero Abbas, Koma Sorjiyan, Grûp Vardiya û Hûnermend Huriye.