Li Helebceyê pêşangeha pêkhateyên Helebceyê hat vekirin
- 14:17 15 Adar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta salvegera Komkujiya Helebceyê li bajarê Helebceyê pêşangehek wêneyên hemû pêkhateyên bajêr hate vekirin. Di pêşangehê de 2 hezar wêne hatin nîşandan.
Li bajarê Helebceyê yekem navenda Pêşangeha Helebceyê bi navê Pêşangeha Celal Azebanî hate vekirin.
Di pêşangehê de 2 hezar wêneyên kesayetên navdar ên pêkhateyên li herêmê hatin nîşandan. Rêveberê pêşangehê Aram Şamêranî derbarê vekirina pêşangehê de ji Rojnews re axivî û got; “Ev 19 sal in ez bi vî karî re mijûl dibim. Navê pêşangehê jî navê yek ji şehîdên kîmyabarana Helebceyê ye. Di pêşangehê de 2 hezar wêne hene.”