Emîne Şenyaşar: Qeydên nexweşxaneyê hatin dizîn

  • 13:25 15 Adar 2022
  • Rojane
RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê didome. Emîne Şenyaşar a ku banga edaletê dubare kir wiha got:"Qeydên nexweşxaneyê hatin dizîn û hemû kes bi vê dizane. Erdogan jî dizane ku zarokên me bêyî sûcekî wan hebe hatin kuştin. Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma Erdogan tenê nabihîze? Zarokên Emîne Erdogan jî hene."
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin qetilkirin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji komkujiyê bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 372’yan de berdewam kir. Emîne Şenyaşar û kurê xwe îro di danê sibehê de ji Pirsûsê hatin Rihayê û li ser dirênckên Edliyeya Rihayê dest bi nobeda xwe kirin. Malbatê, ji parêzer û welatiyên hatibûn edliyeyê re qala têkoşîna edaletê kirin û gotin ku dema edalet pêk hat dê li mala xwe rûnin. 
 
'Qeydên nexweşxaneyê hatin dizîn' 
 
Di çalakiyê de Emîne Şenyaşar da zanîn ku çalakiya Nobeda Edaletê di bin zilmê de didomînin û wiha domand: “Heta ku kujerên zarokên min neyên girtin, em ê ji vir naçin. Dixwazim ku kurê min berdin. Zêdetirî 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Zarokên min li kargeha xwe hatin birîndarkirin û rakirin nexweşxaneyê. Ew der, nexweşxaneya dewletê bû û divê dewletê ew birîndar parastibûna. Lê li pêş çavên hemû kesî hatin qetilkirin. Xwîna zarokên min kete nava hev. Qeydên nexweşxaneyê hatin dizîn û hemû kes bi vê dizane. Erdogan jî dizane ku zarokên me bêyî sûcekî wan hebe hatin kuştin. Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma Erdogan tenê nabihîze? Zarokên Emîne Erdogan jî hene.” 
 
‘Vaye dayik li pêşiya edliyeyê lê dozgerên dewletê li ku ne?’ 
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hesabê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan etîket kir û ev peyam parve kir: “Ev bû salek û 7 roj ku em li pêşiya Edliyeya Rihayê ne. Hem walî, hem dozger û hem jî xelkê Rihayê dizane bê ka kê hevjîn û 2 zarokên vê dayikê qetil kirine. Her welatiyekî dikeve nexweşxaneyê, di bin parastina dewletê de ye. Vaye dayik li pêşiya edliyeyê lê dozgerên dewletê li ku ne?”