YJK-E: Em ê agirê Newrozê di dilê xwe de zindî bihêlin

  • 13:15 15 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YJK-E'yê bi daxuyaniya da bal kişand ser serhildana Newrozê û wiha got:"Jinan ji bo azadiya xwe û azadiya civakê bersiveke xurt dane û di 8’ê Adarê de daketine qadan. Jinan ev berxwedan wekî zayîna serdema nû ya Newrozê dîtine, li mîrateya serhildanê xwedî derketine."
 
Yekîtiya Jinên Kurdistan-Elmanya (YJK-E) di daxuyaniya xwe ya ji bo 21'ê Adarê Roja Newrozê de diyar kir ku dê di Newrozê de rengê jinê bê nîşandan û wiha got:"Jinan ji bo azadiya xwe û azadiya civakê bersiveke xurt dane û di 8’ê Adarê de daketine qadan. Jinan ev berxwedan wekî zayîna serdema nû ya Newrozê dîtine, li mîrateya serhildanê xwedî derketine. Ev mîrate ya Kawa li çiyayan bi agirê azadiyê dada ye û Mazlûm bi sê darikên kîbrîtê ew vêxistiye û ji îxanet, înkar û qirkirinê re bûne bersiv."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev perdeya mirinê ya li ser me rakiriye û em ronî kiriye.
 
Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ di vê wateyê de girîngiyekê werdigire û azadiya Rêberê PKK'ê nêz dibe. Bi feraseta ku azadiya Rêbertî azadiya me ye jî, em ê berxwedana xwe geş bikin, agirê aştî û azadiyê yê Newrozê di dilê xwe de zindî bihêlin û em ê bi ser bikevin.
 
Em jin wekî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em bi ruhê xwe yê berxwedan û serhildanê, em îsal jî di Newroza 2022’yan de rengê xwe li hemû qadan bidin nîşandan û bi hev re jiyana azad ava bikin.”