TDÎ wê ji bo girtiyên nexweş dest bi xebata hashtagê bike

  • 11:27 15 Adar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re di çarçoveya kampanyaya ji bo girtiyan dane destpêkirin de wê di 18'ê Adarê de li ser hesabê medyaya dîjîtal dest bi xebata hashtagê bike. 
 
Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ), ji bo girtiyên nexweş bên berdan û piştevaniya girtiyan di 20'ê Çileyê de bi dirûşma "Ji bo girtiyên nexweş azadî" dest bi kampanyayê kir. Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re di çarçoveya kampanyaya ji bo girtiyan dane destpêkirin de li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) û li ber edliyeyê nobet dan destpêkirin. Her wiha li ber girtîgehan daxuyanî hatin dayin û li gelek navendan belavok hatin belavkirin. 
 
Di 19'ê Adarê de li Kadikoyê daxuyanî hat dayin
 
Dê fînala xebatên Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re di 18'ê Adarê de "Roja Piştevaniya bi Girtiyên Polîtîk a Navneteweyî" bê kirin. Dê însiyatîf di 18'ê Adarê de saet di 21.00'an de li ser medyaya dîjîtal xebata hashtagê ya #devrimcitutsaklaraözgürlük dest pê bike. Dê însiyatîf di heman demê de di 19'ê Adarê de di çarçoveya "Roja Piştevaniya bi Girtiyên Polîtîk a Navneteweyî" li Rihtima Kadikoyê daxuyaniyê bide.