Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket

  • 10:53 15 Adar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Hejmara 34'an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê "Ji rêxistinbûyinê ber bi avakirinê XWEPARASTIN" derket pêşberî xwîneran. 
 
Hejmara 34'an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya ji 15 rojan carekê tê weşandin, bi sernavê "Ji rêxistinbûyinê ber bi avakirinê XWEPARASTIN" derket pêşberî xwîneran. Di hejmara nû de nivîsên Zozan Sima û Zeynep Altinkaynak hatin weşandin. Hicran Uren jî di vê hejmarê de gotubêja bi endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê girtiye dest. 
 
Di vê hejmarê de 8'ê Adarê jî hatiye nirxandin û Ayşe Duzkan jî bal kişandiye ser girtiyên jin. Girtiya siyasetmedar Figen Yuksekdag jî nivîsa 8'ê Adarê ya ji ber şerdên girtîgehê dereng hat şandin girt dest. Rojnameger Heval Aslan jî bal kişand ser dîroka Newrozê û girîngiya Newrozê ya îsal. 
 
Hemû serenavên di hejmara nû de wiha ne:
 
Histiriyên di bavikslariyê de diçin: Xweparastin  / Zozan Sima
 
Xweparastin di mejî de dest pê dike / Zeynep Altinkaynak
 
Xweparastin ne tenê meseleya mirov li jiyanê bimîne ye / Gotubêja bi Ruşen Seydaoglu re - Hicran Urun
 
Zayenda mafên girtiyan, ceza û sûc / Ayşe Duzkan
 
Kulîlkên di nava betonan de vebûne û li girtîgehê 8'ê Adarê  / Figen Yuksekdag
 
Em di qadan de hilnehatin îsal / Hacer Ozdemir
 
Îsal 8'ê Adarê cuda bû / Nebile Irmak Çetin
 
Newroz li dijî zaliman di her serdemê de zayîn e / Heval Arslan
 
Berta Cáceres’i, belavkirina serhildan û şoreşê / Helena Zelic