‘Ez bi têkoşîna kurê xwe serbilind im’

  • 09:01 15 Adar 2022
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Dayika, Nadîr Guneç (Bawer Pîr) yê di berxwedana ku 79 rojan li Geverê berdewam kir de jiyana xwe ji dest, Kewê Guneş da zanîn ku ew bi kurê xwe serbilind e û wiha vegot: “Bi têkoşîna ku kurê min daye, serê me her tim bilind e. Daxwaza wî ya dawî ev bû ku bi heybet bê definkirin. Ji ber min anî cih dilê min pir rehet e.”
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê di 13’ê Tebaxa 2015’an de ji aliyê Meclîsa Civaka Demokratîk ve rêveberiyên xweser hat îlankirin. Piştî vê  di 13’ê Adara 2016’an de li navçeyê qedexeya derketina derve ya 79 rojan dest pê kir. Qedexeyê heta 30’ê Gulana 2016’an berdewam kir û yek ji kesên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest da Nadîr Guneç (Bawer Pîr) bû.
 
Dayika wî Kewê Guneç, der barê pêvajoya berxwedana li Geverê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Divê yên têkoşîn dane neyên jibîrkirin’
 
Kewê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di pêvajoyek zor û zehmet de derbas bûn. Di nava demê de me birîn kewandin. Kurê min li dijî zilma ku DAIŞ’ê li jinan dikir, nesekinî û got ez ê biçim. Her cara ku min got neçe got 'îro li wan tê kirin wê sibehê li me bê kirin'. Piştre min êdî tiştek negot. Piştî qedexe hatin îlankirin me bihîst ku hatiye Geverê. Got ji bo wesayîtek xweş hatine vir. Ne pêkan e em wan ciwanên xwe yên têkoşîn kirin ji bîr bikin. Bawer ne tenê şehîdê min e, yê hemû Kurdistanê ye. Ez tenê ji bo Bawer nabêjim, hemû kesên  têkoşiyane zarokên min in. Em tu car têkoşîna wan ji bîr nakin.”
 
‘Min li hember wan yek rondikek nebarand’
 
Kewê destnîşan kir ku ji malpera înternetê fêr bûye ku kurê wê jiyana xwe ji dest daye û li ser vê çûne Saziya Tipa Edlî ya Erziromê mînaka DNA’yê dane. Kewê wiha daxuyand: “Me cenaze girt. Bavê wî ji deqa li ser milê ya Fermandar Egît nas kir. Polîsan ji bo deqa li ser milê kurê min pirsgirêk derxistin. Gotin ‘nikare bê definkirin’. Lê me têkoşîna xwe domand û cenaze girt. Me cenazeyê xwe şûşt, kefen kir û polîsan dora me girtin. Em dorpêç kirin. Em gelek nerehet bûn. Nediçûn. Heta me cenaze defin kir li ser me sekinîn. Li hember wan min yek rondikek nebarand.”
 
‘Min daxwaza wî anî cih’
 
Kewê bi lêv kir ku yekane daxwaza kurê wê ev bû  ku bi heybet bê definkirin û wiha dirêjî dayê: “Kurê min dixwest bi heybet bê definkirin. Ji ber vê me neanî Geverê, ger ku me bianiya wê destûr nehatiba dayîn. Me li Wanê li gorî dilê wî bi dirûşman bi alên kesk, sor û zer defin kir. Ji ber ku daxwaza wî ya dawî hat cih dilê min pir rehet e.”
 
‘Serê me her tim bilind e’
 
Kewê di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Em her tim bi têkoşina kurê xwe serbilind in. Ji ber kurekî min ê wisa têkoşîn kiriye heye, ez serbilind im. Ez ê her tim di riya wî de bimeşim. Ne 7 sal 70 sal jî derbas be ez ê di riya wî de bimeşim. Ne tenê Bawer, hemû kesên li vir şehîd ketin zarokên min in. Ez bi hemûyan serbilind im. Ez bang li malbatên ku cenazeyên xwe negirtine dikim. Bila ji bo girtina cenazeyên xwe têbikoşin.”