Ji çalakiya 'Nobeta Edaletê' banga 'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'

  • 16:31 14 Adar 2022
  • Rojane
 
 
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê 90 roj in didome. Malbatên girtiyan diyar kirin ku dê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin û banga xwedî li derketina çalakiyê kirin. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê hatî destpêkirin 90 roj in didome. Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan û binpêkirina mafên girtiyan çalakiya xwe didomînin. Îbrahîm Alkan di Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiye û hevjîna wî Dîlşah Alkan û dayika Botan Tîmûr ê girtî Aslihan Timûr tevlî çalakiya îro Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran (KESK) a Wanê serdana nobetê kirin. 
 
Di serdanê de berdevkê demê ya KESK'ê ya Wanê Îbrahîm Çelîk axivî û bal kişand ser çalakiyê û got: "Piştevaniya me ya ji bo çalakiyê dê her tim bidome. Îqtîdar bi sala ne bi agahiyên xelet û derew cudakariyê dike. Ji damezirandina komarê heta niha rewş wisa ye. Ev cudakarî her tim di bin hişê Gelê Tirk de hatin bi cih kirin. Bi taybetî hîn kes xwe xwediyê vî welatî dibîne û yên din jî wekî dijmin îlan dike. Ji ber vê sedemê çalakiya ku ji hêla dayikan ve hatî destpêkirin i bo me girîng e û em ê her tim piştevaniya çalakiyê bikin."
 
Dîlşah Alkan di çalakiyê de ji bo serdana KESK'ê spasiyên xwe anîn ziman û wiha axivî: "Piştevanî û serdanên ku pêk tê hêzê dide me. 90 roj in çalakiya me didome. Divê Wezareda Dadê guh bide dengê me. Heta daxwazên me bên qebûlkirin em ê çalakiya xwe bidomînin. Em ê heta dawiya dilopek xwîna xwe têbikoşin. 
 
Dilşah, di dawiyê de wiha banga tedawîkirina girtiyên nexweş kir: "Divê girtiyên nexweş bê tedawîkirin. Em êdî mirin naxwazin. Bila her kes guh bide dengê me. Li Tirkiyeyê edalet nîne lê em ê ji bo pêkanîna edaletê li ber xwe bidin."