Çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya li Îzmîrê 22 roj in didome

  • 16:21 14 Adar 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Îzmîrê 22 roj in didome. Di çalakiyê de malbatan bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û banga hestiyariyê li raya giştî kirin. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Îzmîrê hatî destpêkirin 22 roj in didome. Malbatan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan. Malbatên girtiyan îro banga hestiyariyê ji raya giştî re kirin. 
 
Ji çalakvanan Turkan Yildirim axivî û diyar kir ku di serî de Aysel Tugluk û hemû girtî divê serbest bên berdan. Turkan, wiha dest bi axaftina xwe kir: "Divê me li dijî pêkutiyên li hemberî girtiyan bertekê nîşan bidin. Xizmê min Abdurrahman Yildirim li Girtîgeha Şakranê ye û di serê wî de parçeyên şarapnelê heye û 29 sal in jî girtiye. Her wiha nexxweşiyên wekî tansiyon, guatr, fitiqa pişt, ulser pêre heye. Niha wekî Abdurrahman bi hezaran girtî hene. Di 5 mehên dawiyê de li girtîgehan mirin çêbûn. Li gorî me ne xwekuştine. Ev polîtîkayeke taybet li hemberî girtiyan tê meşandin. Ji ber ku kesek li girtîgehê dawî li jiyana xwe nayne."
 
Turkan, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Şîrîn Tekmenur û got: "Şirîn li Girtîgeha Şakranê girtî ye. Hefteyek beriya niha sirgunê Girtîgeha Sakaryayê hat kirin. Lê bele em tu agahiyê jê nagirin. Divê hemû sazî û dezgehên sivîl piştgiriya çalakima me bike. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku guh bidin daxwazên malbatan. Her wiha li girtîgehan tiştek nû derxistin. Ji girtiyan wêneya kesên ku dê bi telefonê biaxifin hat xwestin. Heke dengê kesek din bê dê hevdîtina bi telefonê bê qûtkirin. Ev tişt bi tu awayî nayê qebûlkirin û ev zexteke psîkolojîk e."
 
Turkan, di dawiyê de wiha axivî: "Heke em li dijî tecrîdê dernekevin dê li her derê tecrîd bê girankirin. Divê em bi hev re li dijî pêkutiyan têbikoşin."