Nobeda Edaletê di roja 119'an de ye

  • 12:48 14 Adar 2022
  • Rojane
AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên siyasî yên nexweş û infaza wan hatine şewitandin di roja 119’emîn de bi serdana partiya Devayê re pêk hat. Serokê Devayê got dibe ku di aliyê îdolojîk de riyên me cuda bin lê belê ev mijar mijarek însanî ye. Devayê piştgirî da Nobeda Edaletê û gotin em soza bilindkirina dengê we li her qadê didin.
 
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin û nayên berdan, di roja 119'yemîn a çalakiya xwe de serdana rêxistina Partiya DEVA'yê ya serokatiya Amedê kirin. Serokê DEVA'yê ya şaxa Amedê Cîhan Ulsen li gel rêxistina xwe malbatan pêşwazî kir û soza bilindkirina dengê malbatan da.
 
‘Pêwîst e em bi hev re edaletê bînin’
 
Di destpêka serdanê de xizmên girtiyan Reşahat Ada, Hakkî Bultan û Încî Guler daxwazên xwe û armanca xwe parve kirin. Xizmên girtiyan pirsgirêkên girtiyên nexweş û infaza wan hatine şewtiandin bi bîr anîn û got: “Em êdî naxawazin zarokên me mirî derbikevin. Pêwîst e Tirkiye qanûnên xwe pêk bîne. Ev bê edaletî ye. Di vê lêgerîna xwe ya edaletê de em dixwazin hûn jî piştgirîyê bidin me. Pêwîst e em bi hevre edaletê bînin.”
 
‘Divê bê alî nêzîkatî pêk were’
 
Cîhan Ulsen pirsgirêka girtiyên nexweş weke yek ji pirsgirêkên herî mezin a Tirkiyeyê nirxand û got: “Ger çareserî neyê pêşkêşkirin her ku biçe wê were rewşek ku ji nav neyê derketin. Bi taybetî 5-6 salên dawî de li Tirkiyeyê pirsgirêk mezin ya bêedaletiyê heye. Îqtidara heyî li dijî nasnameya kesan êrişê pêk tîne. Zilm ji kê were, pêwîst e em li hember rawestin. Em wisa difikirin lê sîstema heyî li dijî vê yekê nêz dibe. Li dijî qanûnên wekheviyê tên. Pêwîst e ji hemû girtiyên siyasî yên nexweş re çareseriyek were pêşkêşkirin. Em bawer in ku ev jî wê bi çûyîna îqtidara heyî re pêkan be. Bi taybetî bijîşkên ku sonda hîpokratê xwarine û di ATK’yê de cih digirin nexweşan terkî mirinê dikin. Divê bijîşk bê alî tev bigerin.”