Ji Hêzên Demokrasî û Kedê ji bo tevlibûna Newrozê bang kirin

  • 12:40 14 Adar 2022
  • Rojane
ENQERE - Hêzên Demokrasî û Kedê, ji bo Mîtînga Newrozê ku wê di 20'ê Adarê roja Yekşemê saet di 13.00'an de bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin. 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqerê, ji bo Mîtînga Newrozê ku wê di 20'ê Adarê de li Anitparkê bê jidarixstin civîn çapemeniyê kirin, li salona civîn lê hat kirin, pankarta bi dirûşma, "Em ê bi Agirê Newrozê li Ber xwe bidin Azad Bibin" hat daliqandin. Li ser navê girseyê Hevseroka Bajarê Enqerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pakîze Sînemlîoglu daxuyanî xwend. 
 
'Neweroz sembola têkoşîna azadiyê ye'
 
Pakîze diyar kir ku neweroz sembola têkoşînê ye û vê têkoşîna li dijî Dehakan heta îro berdewam kiriye. Pakîze wiha berdewam kir, "Li ser erdnîgariya ku em lê dijîn Dehak êrîşa xwe ya li hemberî têkoşîna azadiyê berdewam dikin. Li gel êrîşên li hemberî Herêma Federe a Kurdistan û Rojava, girtîgeh bûne navedan îşkence û tecrîdê. Li van girtîgehên ku bi polîtîkayên tên pêşxistin bûne malên mirinê hefte namîne ku şoreşgerek li wan neyê qetilkirin.  Girtîyên ku 30 sal e di girtîgehê de, li gel ku cezayê wan qediya ye jî nayên berdan. Di rojên borî de Garîbe Gezer ji ber van polîtîkayan hat qetilkirin. Newroz li dijî van polîtîkayan roja berxwedanê ye."
 
'Berxwedana Kawa berdewam dike'
 
Pakîze diyar kir ku Newroz roja ligelbûna Emîne Şenyaşara a li ber Edliyeya Rihayê,  Berxwdana Geziyê û Gulîstan Doku ya li Derêsimê hat qetilkirin e. Pakîze di di dirêjiyê de wiha got, "Newroz roja Hesap pirsîna ciwanên ku întîhar li wan tê ferzikirin, qetilkirina Kemal Korkut li qada Newrozê, Mehmet Tunç, Denîz Poyraz, Enes Kara, Hirant Dînk,  komkujiya li Pirsûsê hatiye kirin û ya hesap pirsîna gelek heverêyên me yên din ku hatine qetilkirin e."
 
Banga tevlibûna Newrozê
 
Pakîze diyar kir ku divê ew li dora agirê Newrozê kom bibin û ev bang kir, "Em bang li hemû kesî dikin ku di 20'ê Adarê Roja Yekşemê de saet di 13.00'an de li Anitparkê tevli Mîtînga Newerozê ku wê bê lidarxistin bibin."