ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN

  • 09:00 14 Adar 2022
  • Rojev
 
*Jinên ku li Pîrana Amedê bi nanpêjiya dikin debara xwe dikin, diyar kirin ku dayîna kedê di xwezaya jinê de heye û destnîşan kirin ku divê jin xwe hewceyî mêran nekin, bi xwe debara xwe bikin û li ser piyên xwe bisekinin. DÎMEN HEYE
 
*Newroz ku wek cejna berxwedan û vejînê ya gelên Rojhilata Navîn û Kurdan tê pêwazîkirin îsal bi dirûşma ‘Dem dema serkeftinêye’ tê pîrozkirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye di peyama Newrozê de peyama çareserî û yekitiyê dide û bang li gel dike ku di pergala demokratîkt modernîteyê de cih bigirin. PEYAMÊN NEWROZÊ
 
*Diyar Ak ê li Geverê di qedexeyên derketina derve ya 79 rojî berdewam kir de hat qetilkirin, gumanbarên wî hîna nehatine dîtin. Dayika Diyar Mehsîma Akin wiha got: “Ez dixwazim dosya kurê min dîsa bê vekirin. Yên ku kurê min qetil kirin bila cezayên xwe bikşînin. DÎMEN HEYE
 
*Besriye Tekgur der barê Platforma ji bo Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş Azadî ya li dijî binpêkirinên mafan ya li girtîgehan hatiye amadekirin axivî û wiha vegot: “Piştevanî û hestiyarî civakîbûnê pêk tîne. Hemû kesên ji xwe re dibêjin ez mirovan divê bersivê bide vê bangê.” BI DÎMEN