Li Amedê li gelek deveran agirê Newrozê hate vêxistin

  • 17:02 13 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED -  Li navçeyên Sûr û Rezan û Çermûkê welatiyan dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. 
 
Li Taxa Çarikli yê navçeyê Sûrê, li navçeya Rezan û  Çermûkê yên Amedê pîrozahiya Newrozê hat lidarxistin. Di pîrozbahiya li Sûrê de parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), HDP’a Amedê û gelek welatiyên bajarokê jî amedê bûn. Di pîrozbahiyê de welatiyan dirûşmên "Newroz pîroz be" û " Bijî Newroz" berz kirin û agirê Newrozê gur kirin. 
 
Tevî hewayê sar jî ji heft salî heta heftê salî bi sedan welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatiyan li ber dahol û zirnayê xelekên govendê gerandin, çepik lê dan û lîlandin. 
 
Pîrozbahî bi govend û dirûşman bi dawî bû. 
 
Rezan
 
Rêxistina HDP û DBP'ê li navçeya Baglarê li gundê Alankoz Newroz pîroz kirin. Li gel endam û nûnerên herdu partiyan  gelek welatî jî tevli pîrozbahiyê bûn. Welatiyên ku Neweroz pîroz kirin li gel def û zurnê govend gerandin. 
 
Çalakî bi govendê bi dawî bû.
 
Çermûk
 
Li navçeya Çermîkê ya Amedê jî bi minasebeta Newrozê civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Amedê Dersîm Dag, Hevseroka bajarê Amedê ya HDP’ê Gulîstan Atasoy jî beşdarî bû.
 
Ji bo Newroza mezin gel hate vexwendin. Piştre agirê Newrozê hate pêxistin û welatî li dora agirê Newrozê govend gerandin û newroz pîroz kirin.