Li Dêrsim Xebatên ji bo Newrozê

  • 15:07 13 Adar 2022
  • Rojane
 
DÊRSIM - Rêxistina HDP'ê ya Dêrsimê li bajêr ji bo Newroza ku wê di 19'ê Adarê de bê piîrozkirin kolan bi kolan geriya û belavok belav kirin.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo Newroza ku wê di 19'ê Adara 2019'an de bê pîrozkirin li Taxa Cumhuriyetê belavok belav kirin. Di xebata ku parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu ji tevli bû li gel stranên Newrozê û bi dirûşma "Bijî Newroz" û "Neroz xêrama" belavok hatin belavkirin. 
 
Şêniyên taxê jî bi çepikan piştgirî dan xebatan. Herwiha li hin kolanan jî li ber erbaneyê govend hat gerandin û dîmenên rengî di encamê de derketin holê.