Li Şakranê bi hinceta qawîşt tune ye 30 girtî di qawîşekê de tên girtin

  • 11:00 13 Adar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Li Girtîgeha Jinan a Şakranê  30 girtî  bi hinceta "qawîş tune ye" di qawîşekê de tên giritn û ji ber ku cih tune ye 6 girtî li erdê radizên. Ji xizma girtiyan Zeynep Calihan a ku ji ajanasa me re axivî, got bila ev pêkanîn bên bidawîkirin û banga hestiyariyê kir. 
 
Li Tirkiye û li Herêmê rewşa girtiyan û bi taybetî jî rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe. Li gel tundiya ku li girtiyan tê kirin di demên dawîn de girtiyên ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin jî hejmara wan zêde bûye. Li gel hewldanên komeleyên mafên mirovan û raya giştî jî rayedar û Wezîrê Dadê li hemberî vê rewşa girtiyan bêdeng dimînin. 
 
Yek ji girtîgehên ku binpêkirinên mafan lê zêde ne jî Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê ye ku 30 girtî bi hinceta "qawîş tune ye" li heman qawîşê dimînin û 6 girtî jî ji ber ku cih tune ye li erdê radizên. Dayika Hatîce Calihan a li girtîgehê Zeynep Calihan axaftina ku keça wê jê re di telefonê de kiriye bi ajansa me re parve kir. 
 
'30 girtî di qawîşekê de ne'
 
Hatîce Calihan a ku rewşa girtîgehê bi rêya telefonê bi dayika xwe Zeynep Calihan re parve kir, diyar kir ku ji wan re hatiye gotin wê kulubeyeke telefonê ya ku bi dîmen biaxivin ji wan re bê çêkirin û girtiyên siyasî jî ev qebûl nekirine.  Zeynep anî ziman ku ew dema berî bi 3 mehan ji bo hevdîtinê çûye  girtîgehê, Hatîce jê re gotiye ji ber ku 30 girtiyan kulubeya telefonê nexwestin di qawîşekê de tên girtin û di hevdîtina ku di 11'ê Adarê de bi telefonê kiriye jî diyar kiriye ku rewşa 30 girtiyan bi heman rengî berdewam dike.
 
'Girtî li erdê radizên'
 
Li gorî agahiyaên ku Zeynebê ji keça xwe girtine ji 3 mehan zêdetir e ku 30 girtiyên siyasî di qawîşekê de tên girtin û ji ber ku cih tune ye 6 girtî jî li erdê radizên.  Zeynep anî ziman ku dixwazin bi van pêkanînan zarokên wan bêzar bikin û wiha berdewam kir, "Berî bi 2-3 mehan min keça xwe li hevdîtina vekirî dît û wê demê jî ev pirsgirêk hebûn. Dema ku em di 11'ê mehê de jî axivîn  got ku rewşa wan nebaş e." Zeyenpê ji dayika xwe re ragihandiye ku wan ji ber vê rewşa girtiyan serlêdana sûc kirine  lê tu bersîv negirtine.
 
'Divê şert û merc bên başkirin'
 
Herwiha Zeynep di dawiya axafitina xwe de got, "Beriya ku qawîşan bikin yek girtiyên ku cezayê wan neqediyaye û tahliye bûne hene. Piştî ku girtî tahliye bûne li qawîşan lêgerîn hatiye kirin. " Zeynepê di berdewamiyê de got dibe ku di hevdîtina bê de Hatîce nikaribe telefonî wan jî bikie û got ku rewşa girtiyan di xeterê de ye.