‘Daxwaza Elewiyan wekheviya welatîbûnê ye’

  • 09:05 13 Adar 2022
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Aktîvîst Serpîl Denîz Şahîn polîtîkayên li hember Elewiyan nirxand û li ser paradîgma rizgariyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Elewiyan sekinî û got daxwaza hevpar a Elewiyan ‘wekheviya welatîbûnê’ ye.
 
 Aktîvîsta Elewî Serpîl Denîz Şahîn, pirsgirêkên Elewiyan ku di demên dawî de li dijî her cureyên zextan têdikoşin, nirxand.
 
Serpîlê daxuyand ku ji bo çareseriya pirsgirêkên Elewiyan divê paradîgma rizgariyê biguhere û di li ser esasê welatîbûna wekhev bi teşe bibe û got: “Ji bo Elewî nasnameya xwe tesmîl bikin, siyaseta xwe hilberînin, divê ji zimanê serdest û hiyerarşiyê dur meclîsên xwe ava bikin. Em bi şîara "Riya me zehmet e, bi diriye. Yên ji lingên xwe hez dikin bila nekevin vê rêyê" tevgdigerin
 
‘Ji ber Elewîtî nêzî xweseriya demokratîk e êrîş lê tên kirin’
 
Serpîlê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Elewîtî li dijî nefretê nêzî xweseriya demokratîk e. Ji ber vê jî ji Selçuqiyan heta Osmaniyan û heta Komarê Elewîtî cuda dîtine. Dixwazin damarên wan yên çandî qût bikin. Dixwazin Elewiyan asîmele bikin û ev bi rêya hiqûq û perwerdeyê leztîr bûye. Astengiya li pêş demokratîkbûna Tirkiyeyê jî ew ê ku hemû kesên ji baweriyên cuda wek dijmin tên dîtin. Gotinên dijberên Elewiyan jî ji vê xwedî dibin.Tevî ku di hemû komxebatên Elewiyan de tê gotin Malên Cemê cihên îbadetxaneyê ne jî serdetiya mêr ya dewletê vê li gorî xwe dîzaynd dike û dibêje yekane cihê îbadetê mizgeftin.”
 
‘Elewî hatin qetikirin, koçberkirin’
 
Serpîlê ev tişt anî ziman: “Elewîtî jintî û wijdanê derdixe plana pêş. Di salên 180’yî de têkiliyên bi têkiliya pîr- talîp- murşît ya Elewiyê re hatiye vekirin, şikestin. Di van dîrokan de koçberiya ber bi bajarên mezin dest pê kir. Elewetî di nava baweriya Sunnî de hat parçekirin. Ber bi salên 1980’ê jî komkujiyên Mereş û Elbîstanê pêk hatin. Li Ortaca  li Muglayê gundî hatin kuştin. Bi Elewiyên tevgerên sosyalîst û çep  re tevgeriyan jî darbeya 1980’yî dîtin. Bi komkujiya Sêwasê re jî koçberiyek cidî hat ferzkirin.”
 
‘Divê bên rû hev’
 
Serpîlê destnişan kir ku di salên 1990’î de jî komkujiyên Sêwas û Gzî hatine jiyîn û Elewî ji bo  tora piştevaniyê ava bikin Malên Cemê ava kirine û di 200’î de çûne federasyonbûnê û got: “Ji bo komkujiyên di dîrokê de bên ronîkirin û hesab bê prisîn divê em têbikoşin. Hîna jî birînên terteleya 38’an nehatine girtin. Li ser vê Sêwas, Mereş, Çorum, Gazî û Gezî hat jiyîn. Li dibistan û mizgeftan asîmîlasyon didome.”
 
‘Daxwaza hevpar welatîbûna wekhev e’
 
Serpîlê di dawiya axaftina xwe de daxuyand ku dewlet bi projeyên wekê mizgeft-Mala Cemê, Malên Îrfanê dixwaze çareseriyê pêk bîne û got daxwazên hevpar yên Elewiyan welatibûna wek hev e û wiha dawî lê anî: “ Em di doza  li DMME’yê hatiye vekirin ya der barê ku bila  Malên Cemê wek îbadetxane bên qebûlkirin de jî dibînin. Malên Cemê di statûya îbadetxaneyê de hatIN qebûlkirin. Lê ji bo ev qanûn pêk bên berxwedan hat meşandin Û  niha bi fatureyên tên şandin bêrûmet dikin û wek bazirgaxane dibînin.”