‘Binpêkirin ji tecrîdê serbixwe nîne’

  • 09:04 13 Adar 2022
  • Rojane
 
ÊLIH - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Êlihê Nurten Uzumcu da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiye û herêmê ji tecrîdê serbixwe nîne û divê rayagiştî li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zûtir refleksê nîşan bide.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan roj bi roj girantir dibe. Bi tecrîdê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî zêdetir dibin. Li aliyê din her çiqas malbatên girtiyan û parêzer tiştên ku tên jiyîn ji rayagiştî re ragîhinin jî rayedar bêdengiya xwe li dijî vê rewşê didomînin. Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Êlihê Nurten Uzumcu der barê bandora tecrîdê ya li ser girtîgehan de nirxandin kir.
 
‘Binpêkirin ji tecrîdê serbixwe nînin’
 
Nurtenê daxuyakirin ku li girtîgehên Tirkiye û herêmê binpêkirinên mafan bi awayekî cidî zêde bûne û wiha daxuyand: “Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn girêdayî tecrîda ku 23 sal in li Îmraliyê pêk tê ye. Ji ber ku tecrîda giran a li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan dike. Bi vê re jî binpêkirinên mafan tên jiyîn. Bi tecrîdê re hiqûq jî pêk nayê, bi awayekî dijhiqûqî mirov tên binçavkirin û lêgerîna tazî li wan tên ferzkirin. Bi pandemiyê re mafê herî sereke yê girtiyan jî ji holê rabû. Li girtîgehan pêkanînên kêfî tên kirin.”
 
Nurtenê bi lêv kir ku bi taybet li hemû girtîgehên Tîpa F maf tên binpêkirin û di vê mijarê de jî wiha vegot: “Li girtîgehên Tîpa F  lêgerînan dikin. Girtî li dijî vê bertek nîşan didin û ji ber vê jî cezayên dîsîplînê li wan tên birîn. Ji bo ev li girtîgehan neyên jiyîn divê hemû sazî bikevin dewrê û van tiştên ku tên jiyîn ji rayagiştî re ragîhinin.”
 
‘Nahêlin Aysel Tugluk bê dermankirin’
 
Nurtenê axaftina xwe wiha domand: “Girtî nayên dermankirin û ev girêdayê binpêkirina mafan ên tên jiyînê ye. Hevalên me yên nexweş yên dibin nexweşxaneyan, piştî vegerê dikin hucra yek kesî. Piranî kesên diçin nexweşxaneyê jî jixwe ya yên ku rewşa wan pir giran in an jî temenê wan zêde ne. Ev pirsgirêkên ku du sal in dihatin jiyîn hîna jî dewam dikin. Girtiyên nexweş ên ji bo dermankirinê dibirin nexweşxaneyê jî bi gelek tiştî re dihatin rû hev. Girtiyên rewşa wan pir giranin hene. Ev nexweşên giran divê li derve bi taybet bên dermankirin. Lê bi awayekî dijhiqûqî nayên dermankirin, mafê wan tê astengkirin. Ji ber vê sedemê mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Hevala me Aysel Tugluk rewşa wê tê zanîn. Îro tevî raporên ATK’ê nayê dermankirin. Ev rewş bi tu awayî nikare bê qebûlkirin.”
 
‘Divê malbatên girtiyan bêdeng nemînin’
 
Nurtenê bal kişand ser nobedên edaletê yên ku malbatên girtiyan li bajaran dane destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Çend girtiyên rewşa wan pir giran hatin berdan lê piştî demekê jiyana xwe ji dest dan. Tirkiyeyê di vê mijarê de hinek peymanên îmze kirine hene. Ji bo ev peyman bikevin jiyanê divê li gorî vê tev bigerin. Divê ji bo çalakiya malbatan piştgirî bê dayîn. Bi taybet malbatên hemû girtiyan divê li dijî vê rewşê bêdeng nemînin.”
 
‘Hewl didin îzole bikin’
 
Nurtenê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girtîgehên Tîpên S yên ku tên xwestin li Tirkiye û herêmê bên zêdekirin û wiha dawî lê anî: “Girtîgehên Tîpa F girtîgehên herî giran tên dîtin. Ev bi tena serê xwe ne rewşeke mirovahî ye. Li aliyê din jî li gorî agahiyan vekirina girtîgehên Tîpa S ya yek hucre mijara gotinê ye. Gelo wê girtiyên nexweş di hucreyên yek kesî de çawa bijîn. Dema mirov vê difikirin, mirov xwe di alî wijdanî de nerehet hîs dikin. Hewl didin girtiyan îzole bikin. Girtî ji ber tecrîd û binpêkirina mafan dikevin grevên birçîbûnê. Li dijî vê rewşê divê civak refleksê nîşan bide. Divê civak piştgiriyê bide girtiyan.”