ROJEVA 13'YÊ ADARA 2022'YAN

  • 09:00 13 Adar 2022
  • Rojev
 
* Siyasetmedarên jin têkildarî tendûristiya siyasetmedar Aysel Tûglûk de axivîn û banga serbestberdana wê kirin. Bêrîvan Kutlu, diyar kir ku mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî pêwîste ji bo Ayselê gavek bavêje. Guler Tunç jî da zanîn ku biryara ATK’ê jî siyasî ye. BI DÎMEN 
 
*Li Geverê bi îlankirin rêveberiyên xweser re 79 rojan qedexeyên derketina derve berdewam kir û di pêvajoya qedexeyê de gel li ber xwe da. Şêniyên Geverê dema wan rojan bibîr tîne, bal dikşînin ser têkoşîna azadiyê ya ku îro jî berdewam dike. BI DÎMEN
 
*Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Êlihê Nurten Uzumcu da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiye û herêmê ji tecrîdê serbixwe nîne û divê rayagiştî li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zûtir refleksê nîşan bide. BI DÎMEN
 
*Aktîvîst Serpîl Denîz Şahîn polîtîkayên li hember Elewiyan nirxand û li ser paradîgma rizgariyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Elewiyan sekinî û got daxwaza hevpar a Elewiyan ‘wekheviya welatîbûnê’ ye. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey 14’ê Adarê Hefteya Tipê nirxand û got di 14-15’ê Adarê de wê 2 rojan çalakiya kar berdanê pêk bînin û banga piştevaniyê li gel û rêxistinên demokratîk kir. Selmayê da zanîn ku daxwazên wan pêk neyên wê nîqaşa ku bêdem dest ji kar berdin, bikin, ji ber kêr gihiştiye hestî û derbas kiriye. DÎMEN HEYE
 
*Li Girtîgeha Jinan a Şakranê  30 girtî  bi hinceta "qawîş tune ye" di qawîşekê de tên giritn û ji ber ku cih tune ye 6 girtî li erdê radizên. Ji xizma girtiyan Zeynep Calihan a ku ji ajanasa me re axivî, got bila ev pêkanîn bên bidawîkirin û banga hestiyariyê kir.