Şêwra Jinên Kurd bi nirxandinên panelîstan dewam dike

  • 13:55 12 Adar 2022
  • Rojane
SILÊMANÎ - Şêwra Jinên Kurd a li Silêmanî bi beşdariya jinên ji çar parçeyên Kurdistanê dest pê kir, bi panela yekemîn û nirxandinên panelîstan berdewam dike.
 
Şêwra Jinên Kurd a bi dirûşma “Qirkirina jinan bi dawî bikin” li Silêmanî bi axaftina panelîstan berdewam dike. Şêwrê bi Sekreterya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kafiye Silêman û Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Murad dest pê kir. Piştî gotarên destpêkê ji aliyê panelîstan ve li ser rewşa jinên kurd ên Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdîstanê nirxandîn hatin kirin.
 
Sekreterya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kafiye Silêman di axaftina xwe de bal kişand ser tundîtûjiya li ser jinan a di demên dawî de pir zêde bûye û wiha got: “Tundîtûjî û kuştinên jinan pirsgirêkek civakî ye. Îro nûnerên hemû aliyên Kurdistanê di raporên amade kirine de behsa rewşa jinên li wan herêman dike.”
 
'Xwekuştinên jinan li her derê zêde bûye'
 
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Murad jî bal kişand ser êrîşên ku li her çar aliyê Kurdistanê li hemberî jinan tên meşandin û destnîşan kir ku divê li hemberî van êrişan di hemû qadan de têkoşîna jinan mezin bibe û wiha domand: "Ev hefteya derbasbûyî ji bo me hefteyek pir girîng bû, ji bo ku em di têkoşîna jinan de encam bigirin. Em dibînin kuştin û xwekuştinên jinan li her derê zêde bûye. Aqilê mêrsalarî êrîşî jinan dike. Pêwist e jin li hemberî van êrişan xebatên siyasî û zagonî xurt bikin."
 
'Bi derûnî, fîzîkî û kuştinê êrîş li ser jinê tê kirin'
 
Piştî gotarên destpêkê Sîrwa Nasirî rewşa jinên li Rojhilatê Kurdistanê nirxand. Sîrwa Nasirî destnîşan kir ku zagonên dewletan bi awayekî herî tund tundîtûjiyê li ser jinan pêk tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber siyaseta rejîma Îranê rewşa jinan li Rojhilatê Kurdistanê pir xirab e û rê li ber zewaca temenê biçûk vedike û dîsa rêjeya xwekuştinê zêdetir bûye. Rêjeya tundîtûjiyê li Rojhilatê Kurdistanê ji sedî 90 zêde bûye. Bi derûnî, fîzîkî û kuştinê êrîş li ser jinê tê kirin. Di sala 2021’ê de li Îranê 80 hezar û 178 jin tundî li jinê hatiye kirin. Her wiha di sala 2021’ê de 791 zarok di temenê biçûk de hatine zewicandin."
 
'Divê jin xwe rêxistin bikin' 
 
Endama Rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistan Şewbo Mistefa Eskerî jî diyar kir ku rola jinan di nava çand û civakê de girîng e û wiha berdewam kir: "Jin pêşengiyê ji civakê û çandê re dikin. Niha jin di nava çandê de bi reng û dengên cuda derdikeve ser dikê. Ji ber hişmendiya mêr û eşîran nikarin dengê xwe li ber tundiyê rake. Her wiha nebûna hiqûqek pêwîst a li dijî tundiyê kiriye ku êrîş û zexta li ser jinê zêdetir bûye. Deng û helwestên ji bo sûcdar bên ceza kirin têrê nakin. Divê jin xwe rêxistin bikin û pêk ve dengê xwe derxînin.
 
'Di nav salekê de 217 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane'
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî rewşa jinên kurd ên li Bakurê Kurdistanê nirxand û bal kişand ser wê yekê ku bi polîtîkayên kuştinê tê xwestin ku di şexsê jinan de ciwan were tevizandin. Ayşe Acar Başaran axaftina xwe wiha domand: "Zayendperestî û baviksalarî pirsgirêkek bi hezaran sala ya li ser vê axê ye. Weke jin em bi êrişan re rû bi rû mane. Piştî avakirina tifaqa AKP-MHP'ê êrişek tund li hemberî jinan dimeşe. Mêr li hemberî jinan xwe bi rêxistin dike. Li her derê di axaftinên xwe de dibêjin mêr û jin ne wekhev in. Dibêjin jin îffet e, jin li hevserê xwe guhdar neke hevserê wê dikare wê bikuje. Ev polîtîka hêz dide mêran. Ev rêbazê DAIŞ’ê yê bi şûre dikuje, tê birêxistinkirin. Tenê di nav salekê de herî kêm ji sedî 12 zêde bûye. Li gor îstatîstîkên fermî wisa ye. Lê ya ne fermî çawa ye ez nizanim. Di nav salekê de 217 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di nav du mehan de 49 jin bi destê mêran hatine kûştin. Ev jî li gor raporên cendermeyan 47 hezar jin bi tundiya mêr rû bi rû mane. Ev jî li gor serlêdanên jinan hatine girtin. Di 7 salên dawiyê de ev Êriş zêdetir bûn. Ji ber ku mîlîtarîzm tê pêşxistin. Di kesayeta jinê de dixwazin civakê bînin ser xeta xwe, bitevizînin û li gor siyaseta xwe civakê bi şêwe bikin."
 
Di şevekê de bi dehan saziyên jinan hatin girtin
 
Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku jinan ji ber têkoşîna azadiya jinê dimeşînin tên cezakirin lê mêrên ku bi rêbazên DAIŞ’ê jinan qetil dikin bi tu awayî nayên cezakirin û wiha domand: "Mekanîzmayên ku weke alîkariya jinan, sazî û dezgehên jinan hatibû avakirin bi biryarên KHK'ê hatin girtin. Di şevekê de bi dehan saziyên jinan hatin girtin. Bi dehan jin wê demê ji karên xwe hatin derxistin. Di şevekê de serokkomar xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Her wiha qanûna înfazê derxist. Bi zagona kanûna înfazê bi sedan mêrên ku tundî li jinan kiribûn hatin berdan. Ew mêr li zindanê bi telefonan gef li jinan dixwarin. Wisa jî kirin. Dema ji zindanê derketin êrişî jinan kirin û ew qetil kirin. Di vê demê de siyasetmedarên me yên jin hatin hedefgirtin. Dewlet bi xwe jî li hemberî jinê tundiyek di asta jor de dimeşîne. Ji ber ku beşdarî çalakiya jinan bûne, gelek jin tên binçavkirin. Pergala hevserokatiyê îro li Tirkiyeyê weke sûc tê nîşandan. Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan ji ber parastina jiyana azad û wekhev kiribû 30 sal ceza lê hat birîn. Ji ber ku wê têkoşîna jinan dimeşand 30 sal ceza hat dayîn. Car din dîsa hevalên me ji ber ku piştgiriya jin û gelê Kobanê kiribûn 13 hevalên me yên jin îro di girtîgehê de ne. Li hemberî vê mêr bi şûran jinan qetil dikin, bi rêbazên DAIŞ’ê qetlîaman dikin. Lê girtin û berdana wan dibe yek. Ji ber vê em dibêjin kuştina jinan polîtîk e. Îro hûn li ku binêrin, li ku derê şer hebe ev şer li ser bedena jinê tê meşandin. Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî wisa ye. Îpek Er ji aliyê çawişê pispor ve hat tecawizkirin, loma wê keça ciwan dawî li jiyana xwe anî. Lê vî çawişê pispor tu cezayek negirt. Ev destnîşan dike ku hiqûqa dewletan çawa dijminahiya jinan dike."
 
Piştî axaftina panelîstan jinên kurd ên beşdarî şêwirê bûne li ser mijarên hatine diyarkirin nirxandin kirin.