HDP'ê Komkujiya Qamişlo, Gazî û Umraniyeyê şermezar kir

  • 13:48 12 Adar 2022
  • Rojane
ENQERE / WAN- Bi wesîleya salvegera komkujiyên Qamişlo, Gazî û Ûmraniyeyê HDP daxuyaniyek da û diyar kir ku bi bilindkirina têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê dikare xwedî li bîranîna qurbaniyan bê derketin. 
 
Lijneya Rêveber (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 18’emîn salvegera Komkujiya Qamişlo ku rejîma Baasê di 12’yê Adara 2004’an de li dijî Gelê Kurd pêk anîbû û 27’emîn salvegera komkujiyên Gazî û Ûmraniyeyê ku di 12’yê Adara 1995’an de hatibûn kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Her wiha Rêxistina HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jî li ber avahiya navçeyê daxuyaniyek da û komkujiyên ku pêk hatî şermezar kir.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Di lîstika fûtbolê ya di 12’yê adara 2004’an a li Qamişloyê de gelek kes hatin qetilkirin. Dema Gelê Kurd dixwest kesên hatine qetilkirin veşêre, rejîma Baas êrişî merasîman kir û 52 kes qetil kirin û bi hezaran kes jî birîndar kir. Her wiha di 12’yê adara 1995’an de li dijî 5 qehwexaneyên cuda ku gelemperî elewî lê dijiyan, bi awayekî hemwext êrişên çekdarî hatin kirin. Di êrişê de bi dehan kes hatin qetilkirin. Li ser vê yekê li gelek deverên Stenbolê çalakiyên protestoyî hatin kirin û 35 kes hatin qetilkirin.
 
Daxwaza azadiyê tune dikin
 
Armanca esasî ya Komkujiya Qamişlo, daxwazên azadiyê yên Gelê Kurd bû. Bi komkujiyên Gazî û Ûmraniyeyê re jî xwestin ku têkoşîna azadiyê ya civaka elewî û şoreşgeran tune bikin. Di van komkujiyan de bi dehan kes hatin qetilkirin lê ev komkujî tu carî nehatin ronîkirin. Ev komkujiye veşartin, xwedî li kiryarên wan derketin û vê jî rê li ber komkujî û êşên hîn mezintir vekir. Ev rejîmên yekperest, zordest û otorîter wisa bawer dikin ku dê hebûna xwe bi qirkirin û tunekirina gelan biparêzin. Rejîma Baas ku di serî de Qamişlo gelek komkujiyên din kirin, niha li ber mirinê ye lê bi van êrişên wê re şer, mirin û malxirabî anî Sûriyeyê.
 
Em ê têkoşînê mezin bikin
 
Kesên ku Tirkiyeyê birêve dibin jî sepanên rejîma Esad û yên Sedam bo xwe esas girtin û hewl didin emrê xwe dirêjtir bikin. Mixabin ku van hewldanan jî bi xwe re birçîtî, xizanî û qeyranên siyasî û civakî anîn Tirkikiyeyê. Her çend ku erdnîgarî, kesên hatine qetilkirin û kesên ku qetil dikin ji hev cuda bin jî, ev komkujiye tevek jî berhema heman zîhniyetê ne. Û em jî dê tu carî van êşan ji bîr nekin. Êşa van komkujiyan, weke birîneke roja ewil hêjta canê me diêşîne. Em, qurbaniyan bi minet bi bîr tînin. Tekane rêya dilsoziya bi bîranîna qurbaniyan re ew e ku em têkoşîna xwe ya demokrasî, azadî û wekheviyê mezintir bikin.”
 
Li Wanê daxuyanî hat dayîn
 
Her wiha Rêxistina HDP'ê ya Wanê jî bi heman minasebetê li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyaniyak da. Di daxuyaniyêd e pankarta "Em Beyazit û Qamişloyê ji bîrnakin û nadin jibîrkirin" hat vekirin. Endam û rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên bajêr û navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla rêveberê HDP'ê ya Rêya Armûşê Ayvaz Hazir ve hat xwendin.