Li Êrîvanê civîna 8'ê Adarê

  • 13:35 12 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji hêla Yekitiya Jinên Azad ve li Êrîvanê civîna 8'ê Adarê hat lidarxistin. Di civînê de li ser girîngiya rêxistinbûna jinan hat rawestandin. 
 
Li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê, Yekîtiya Jinên Azad, ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li gel jinên ermen, asûr, ukraynî, rûs, gurcî û hindî civînek kirin.
 
Endama Yekîtiya Jinên Azad Seyrana Celad di civînê de diyar kir ku tekoşîna jinên kurd li Kurdistanê û hemû cîhanê berbelav bûye, ji bo hemû jinên cîhanê bûye mînak û got: ''Ev bi Rêber Apo bûye.''
 
Nûçegihan Lîanna Mîhoyan jî diyar kir ew Yekîtiya Jinên Azad giringiyê didin ku li Ermenîstanê ne tenê ji bo jinên kurd, dixwazin bi jinên ji gelên din re jî bixebitin.
 
Hevseroka Komîteya Kurdistanê Îlla Tovmasyan jî wiha axivî: ''Jinên kurd bêhtir rêxistinî ne û ji bo azadiya hemû jinan têdikoşin. Em jî dixwazin bibin xwedî rêxistinî û têkoşîneke wiha û bi jinên kurd re bin.''
 
Zemfîra Mîrzoyeva ku li meclîsa Ermenîstanê parlamentera gelê asur re wiha bi lêv kir: ''Em jin divê berevaniya xwe bikni û têkoşîna xweş geş bikin.''
 
Santoş Arora ku li zanîngehê dersa zimanê hindî dide jî wiha nêrînê xwe anî ziman: ''Ji bo ku em heqê xwe bi dest ve bînin divê em li mala xwe rehet rûnenin. Her tim divê em têbikoşin."