Rêveberiya Xweser têkildarî serhildana Qamişloyê daxuyanî da
- 13:34 12 Adar 2022
- Rojane
KOBANÊ - Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, bi munasebeta 12’ê Adarê salvegera 17’emîn serhildana Qamişloyê daxuyanî da.
Ji bo 18’emîn serhildana Qamişloyê, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de alên, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) amade bûn. Daxuyanî li Lîstgeha Nerwêcê ya Kantona Kobanê hate dayin. Her wiha daxûyanî ji aliyê Xunav Xelîl bi zimanê kurdî û ji bi zimanê Erebî ji aliyê Mezlûm Hemû ve hate xwendin.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de bal kişand ser bûyera di 12'ê Adarê de qewiye, helwesta şovenîst a BAAS'ê û serhildana gel.
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.