Jinên kurd dest bi şêwra xwe ya li Silêmanî kirin

  • 11:13 12 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛEÇEYAN - Bi tevlîbûna jinên kurd a ji çar aliyên Kurdistanê û bi dirûşma "Qirkirina jinan bi dawî bikin" Şêwra Jinên Kurd li Silêmanî dest pê kir.
 
Bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yêkîtiya Jinan a Kurdistanê Şêwra Jinên Kurd bi dirûşma "Qirkirina jinan bi dawî bikin" li Hola Tawar a Silêmanî bi beşdarbûna jinên kurd ên ji çar aliyê Kurdistanê dest pê kir. Li eywanê wêneyên jinên ji aliyê mêrê pê re zewicî  ve hatine qetilkirin hatin danîn.
 
Şêwir bi axaftina Sekreterya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kafiye Silêman û Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Murad dest pê bike. Di şêwrê de dê rewşa jinên kurd ên li çar aliyê Kurdistanê were destgirtin.
 
Piştî gotarên destpêkê wê kurtefîlmeke li ser jiyan û têkoşîna jinan bê temaşekirin. Paşê jî di bin pênc sernavan de dê bi du panelan bidome.
 
Panela yekemîn wê bi moderatoriya Mijde Abbas Hîdayet were rêvebirin û wê ji Rojhilatê Kurdistanê Endama Komale Sirwa Nasirî li ser mijara ji aliyê yasayan ve tûndûtujiya li ser jinan û girtina jinan, ji Başûrê Kurdistanê Endama Yêkitiya Jinên Kurdistanê Şewbo Mistefa Eskerî li ser mijara di nasnameya jinê de rola yasa û çandê, ji Bakurê Kurdistanê Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran li ser mijara di bin zexta siyasî de rewşa jinan rawestin û nirxandin bikin.
 
Panela duyemîn a şêwrê wê bi moderatoriya Sazyan Şehîd Talib were rêvebirin û wê di panela duyemîn de Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Başûrê Kurdistanê Evîn Siwîd mijara di bin dagirkeriyê de rewşa jinan, ji Şengalê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sebrî Îbrahîm jî mijara di roja me ya îro de rewşa jinên êzidî binirxînin.
 
Piştî nirxandinan li ser mijarên hatine destgirtin û bi giştî li ser rewşa jinan a li çar aliyê Kurdistanê wê guftugo bê kirin.