‘Wê jin qadan bi reng û coşa xwe bixemilînin'
- 09:05 5 Adar 2022
- Rojane
Sema Çaglak
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan ji bo 8’ê Adarê peyamên têkoşîn û berxwedanê dan û destnîşan kirin ku wê jin di 8’ê Adarê de hemû qadan bi reng û coşa xwe bixemilînin.
Îsal starta xebatên 8'ê Adarê Roja Jinan Cîhanê li herêmê li Kerborana Mêrdînê bi dirûşma “ Dem dema azadiya jinê ye” hate dayîn. Dayikên Aştiyê ji bo 8'ê Adarê daxwaza aştî û edaletê kirin û bang li jinan kirin ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan û têkoşînê mezin bikin.
Dayika Aştiyê ya Mêrdînê Muazzez Kaymaz got, " Ez di şexsê Garîebe Gezer de 8'ê Adarê liu hemû jinên Kurdîstanê pîroz dikim. Jin tim li ser piyan e û niha jî bi coş û renge xwe wê heta 8'ê Adarê qadan bixemilînin. Jin jiyan e û wê jin azadiyê bînin."
Dayika Aştiyê ya Mêrdînê Mizgîn Aslan anî ziman ku jiyan bi reng û xemla jinê xweş e. Mizgînê wiha dirêjî da axaftina xwe, " Têkoşîn û berxwedan bi jinê re bi wate ye. Ez ji bo jin û ciwanan başiyê dixwazim û êdî bila aştiyeke mayînde were ku ji çavên dayikan rondin nebarin."
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Sureyya Yilmaz jî 8'ê Adarê li hemû jinên Cîhanê pîroz kir û got," Em di şexsê Garîbe Gezer û Denîz Poyraz de 8'ê Adarê di serî de li jinên herêmê li hemû jinan pîroz dikin. Em ê bi reng û dengê xwe li qadan 8'ê Adarê pîroz bikin."
'Em aştiyê dixwazin'
Dayika Aştiyê ya Mêrdînê jî got ku 8'ê Adarê li hemû jinên kezebşewat pîroz be û wiha berdewam kir, "Ew roja delal û pîroz ji bo hemû jinên aştîxwaz pîroz be. Em dibêjin êdî bila ew zilm xelas bibe. Aştî pêk were û girtî serbest werin berdan. Bila kuştin û mirin çênebe. Em dayikên aştiyê ne û hertim li hemberî kuştinê ne. Em edalete dixwazin."
Dayika Aştiyê ya Mêrdînê Hewa Zabûr jî destnîşan kir ku ew ê ji bo edalet û li dijî şer li qadan bin û têkoşîna û berxwedana jinan silav kir.
‘Ji bindestiyê re bes e’
Dayika Aştiyê ya Amedê Munevver Ozunlî anî ziman ku Êdî ji bindestya jinan re bes e û bi van gotinan dirêjî da axaftina xwe, " Bila jin azad bibin û li her deverê cîhanê dengê xwe bilind bikin. Bila êdî jin xwe veneşêrin. Bila jin hemû bi hev re derkeivn qadê û ji vê bindestiyê re bibêjin êdî bes e. Ez koletiyê naxwazin. Bes êdî ji vê zilm û koletiyê re. Em ê serokê xwe azad bikin û aştiyê bînin vî welatî."
'Wê jin îsal jî 8'ê Adarê bi coş derbas bikin'
Endama Meclîsa dayikên Aştiyê ya Riha yê Eyşan Can jî got, " Em aştiyê û aramiyê daxwaz dikin. Bila êdî li vê erdnigariyê xwîn neyê rijandin. Îsal jî em ê 8'ê Adarê bi coş û xweşî derbas bikin. Wê jin di vê 8'ê Adarê de wekî rîhan û çîçekan bêhn bidin."
Dayika Aştiyê ya Rihayê Hedle Ogur ji got ku ew dixwazin hemû jin xwedî li 8'ê Adarê derkevin û wiha berdewam kir, "Divê em jin yek bi yek ji hundirê malên xwe derkevin û di 8'ê Adarê de bi reng û xemla xwe li qadê bibin. Bangawaziya min a mezin ew e ku jin ji hundirê malê derkevin."
Em ê dengê xwe bigihînin her kesî
Herî dawî jî akîvîsta TJA'yê yê Êlîhê Şukran Çelebî axivî û destnîşan kir ku divê di 8'ê Adarê de hemû jin yekitî û rêxistinbûyîna xwe ava bikin. Şukran, wiha axivî: “Di 8'ê Adarê de divê em hemû bi hev re rêxistinbûyîna xwe ava bikin. Li her çar aliyan herêmê û Tirkiyê tundî li jinan tê kirin û tên qetilkirin. Gelekên van jinan ji aliyê bav, bira an jî mêrê ku bi wan re hatine zewicdin ve tên qetilkirin. Êdî bila jin ji vê re bêjin bes û xwe li dijî van bi rêxistin bikin. Em ê îsal di 8'ê Adarê de dengê xwe bigihînin herkesî û 8'ê Adarê ji bo azadiya hemû jinên cîhanê pêşwazî bikin.”