ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN

  • 09:00 5 Adar 2022
  • Rojev
* Jinên ji pêkhateyên kurd, ereb û suryan ên bajarê Qamişloyê, 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin û wiha gotin: "Di pîrozbahiya 8'ê Adarê de wê her jinek bi çand û hebûna xwe beşdar bibin û bi yekîtiya jinê vê rojê pîroz bikin."
 
* "Bi peymana 9’ê Cotmehê ya Bexda, Hewlêr û Tirkiyê re êrîşên li ser Şengalê jî zêdetir bûn. Jin û dayîkên Şengalê, bêfikar û bêtirs, li ku derê êrîş çêbibûya xwe diavêtin pêşiya leşker û wesayîtên zirxî yên Îraqê. Rê nedan ku plana 9’ê Cotmehê bikeve meriyetê. Jinên ku heta fermanê ji mala xwe dûr neketibûn, dewletê weke sitara xwe didîtin, îro êdî derdikevin pêşberî hêzên dewletê. Weke hemwelatiyên dewletê îradeya xwe beyan dikin." JI PÊNÛSA JINAN
 
*Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî destnîşan kir ku ew xebatên xwe yên ji bo 8’ê Adarê bênavber berdewam dikin û got: “ Jin di 8’ê Adarê de wê li dijî tundî û qetîlkirina jinan, ji bo lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar li qadan bin. Di şexsê Aysel Tûglûk de, wê bibin dengê girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên Botanê dê di 8'ê Adarê de li Qada Newrozê ya Silopiyê kom bibin. Jinan destnîşan kir ku dê bi rihê Binevş, Bêrîvan, Asya, Fatma, Sêvê û Pakîzeyê dakevin qadan û azadiyê biqêrin. BI DÎMEN
 
*OHD xwe amade dike ku li dijî tecrîda Îmraliyê serî li Wezareta Dadê bide. Endama OHD’ê parêzer Nagehan Avçil da zanîn ku  hem di hiqûqa neteweyî hem jî di hiqûqa Tirkiyeyê de cihê tecrîdê tune ye û divê saziyên navneteweyî li dijî tecrîdê gavekê biavêje. Nagehanê got aştî bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkan e. BI DÎMEN
 
* Jinan der barê 8’ê Adarê de ji ajansa me re nirxandin kirin û diyar kirin ji ber li Tirkiyeyê dijîn ne kêfxweş in, yekane tişta ku wan kêfxweş dike têkoşîn û berxwedan e. BI DÎMEN
 
*Jinên elewî diyar kirin ku divê malên cemê ne wek bazirgaxane wek îbadestxane bên qebûlkirin û dersên olî yên ferzkirî bên rakirin û wiha vegotin: “Desthilatdariya di her mijarê de Elewiyan jibîr dike di bacê de jibîr nake. Em ê destur nedin tunekirina çanda Elewî.” BI DÎMEN 
 
*TJA û Meclîsa Jinan HDP'ê, bi minasebeta 8'ê Adarê bi dirûşmeya "Dem dema azadiya jinan e" li gundê Elemûnê ya navçeya Qilebana Şirnexê hevdîtina jinan dê pêk bîne.(13.00) BI DÎMEN