Li Çelê û Farqînê bernameyên 8'ê Adarê

  • 16:38 4 Adar 2022
  • Rojane
AMED / COLEMÊRG - Ji hêla TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ve li Farqîna Amedê û li Çelêya Colemêrgê çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin. 
 
Ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve çalakiyên 8'ê Adarê tên lidarxistin. Îro li Farqîna Amedê û Çelêya Colemêrgê çalakiyên jinan hatin lidarxistin. 
 
Amed 
 
Li Farqînê jinan belavokên 8'ê Adarê belavkirin û banga tevlîbûna mîtînga 8'ê Adarê ya li Qada Îstasyonê kirin. Piştî navenda Farqînê jinan berê xwe da gundê Alîbey a Farqînê bi jinan re civiyan û bal kişandin ser girîngiya 8'ê Adarê. Piştî hevdîtinê li gund belavok hatin belavkirin. 
 
Colemêrg 
 
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî hevdîtina jinan pêk hat û di hevdîtinê de dengbêjên jin tevlîbûn û klavên xwe vegotin. Jin bi cil û bergên xwe yên kurdewarî tevlî bernameyê bûn.