'Nobeta Edaletê' ya Wanê: Ev têkoşîn dê zilmê bi dawî bike

  • 15:41 4 Adar 2022
  • Rojane
WAN - Li Wanê çalakiya "Nobeta Edaletİê" ya malbatên girtiyan didome. Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya di serdana îro de axivî û got: "Dê têkoşîna malbatan bigihîje serkeftinê û ev têkoşîn dê zilmê bi dawî bike." 
 
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ên li Wanê di roja 82’yemîn de Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê berdewam kirin. Dilşah Alkan a hevjîna Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtî ye, Kazim Tîmûr ê bavê Botan Tîmûr ku li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtî ye û Zubeyde Abî ya hevjîna Ebedîn Abî yê 26 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê tê ragirtin nobeda îro berdewam kirin. Îro rêveberên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) serdana nobedê kirin. 
 
Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya destnîşan kir ku dê têkoşîna malbatan bigihîje serkeftinê û dê ev têkoşîn zilmê bi dawî bike û bi vê têkoşînê dê girtî bigihîjn azadiya xwe. Hanim got divê her kes piştgiriya vê têkoşîna edaletê bike. 
  
Kazim Tîmûr ê bavê girtî Botan Tîmûr spasiya mêvanan kir û got: “82 roj in em ji bo edaletê li vir in. Gelê me tê serdana me û me bêxwedî nahêle. Lê em dixwazin piştgiriyek hin bêtir xurt were nîşandan. Bi piştgiriya gelê me wê dengê me berz derkeve. Heke em xwedî li hev dernekevin wê tu kes xwedî li me dernekeve. Li girtîgehan zilma li ser girtiyan berdewam dike. Sûdê ji tu aktîvîteyan nagirin. Me got belkî wezîrê nû pirsgirêkan çareser bike, lê ew jî çareser nake. Em edaletê dixwazin. Heta daxwaza me ya edaletê bînin cih, em ê ji vir neçin.”