GOC-DER'ê bi wesîleya 8’ê Adarê ji bo jinên penaber şahî li dar xist

  • 15:38 4 Adar 2022
  • Rojane
AMED - Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li avahiya xwe şahî li dar xist. Jinan bi stran û govendan 8’ê Adarê pîroz kirin.
 
Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê (GOC-DER) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li avahiya xwe ya li navçeya Sûra Amedê cih digire şahî li dar xistin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remzîye Tosun, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA)  û DBP’ê li gel, gelek jinên penaber beşdarî şahiyê bûn.
 
‘Bi hêviya jiyanek bê şer’
 
Rêvebira  GOÇ-DER’ê Eyşan Kanuş Zengîna têkildarê 8’ê Adarê û şahiya lidarxistinê axivî û ev gotin kir: “Tê zanîn çar hawîrdorê me şer e. Şer jî herî zêde jiyana jinan bi bandor dike. Jin ji axa xwe tên kirin û bi zorê tên koçberkirin. Li cihên ku bi cih bûne jî rastî bêmafiyan tên. Em jî weke komele bi taybetî li dijî vê yekê xebatên xwe didin meşandin. Îro jî bi wesîleya 8’ê Adarê em bi van jinên penaber re kom bûn. Roja we pîroz be.”
 
Piştî axaftinê stranbêja Dîcle Firadê Mizgîn Turan li ser dikê stranên xwe berz kir. Herî dawî jî jinan bi pêşengiya stranan govend gerandin.