Jin çûn serdana jinên ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin

  • 14:45 4 Adar 2022
  • Rojane
ŞENGAL - Li Şengalê di çarçoveya çalakiyan 8'ê Adarê de, endamên Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî serdana jinên ku ji destê DAIŞ'ê hatî rizgarkirin kir. 
 
Li Şengalê bi minasebeta 8'ê Adarê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Îro di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de endamên Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî serdana jinên ku ji destê DAIŞ'ê hatî rizgarkirin kir û şitlên kulîlkan wek diyarî dan jinan.
 
Di serdanê de, li ser navê Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî rêveber Evîn Qasim axivî. Evîn di serdanan de bal kişand ser têkoşîna jinan û li ser girîngiya 8'ê Adarê rawestiya.