Li Amedê bi ser gelek malan de hat girtin

  • 12:02 4 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - Serê sibehê polîsan bi ser gelek malên li navenda Amedê û navçeyên wê de girtin û gelek kes binçav kirin. Her wiha polîsan bi ser mala Halise Aksoy a dayika Egit Îpek ê cenazeyê wî bi kargoyê re hat şandin de girtin. Hat hînbûn Haliseyê ne li malê bûye. 
 
Bi hinceta lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê serê bi sibehê bi ser gelek malan de hat girtin. Derbarê hejmara binçavkirinan û hinceta binçavkirinan de tu agahî nehatin bidestxistin û tê diyar kirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibin.
 
Polîsan bi ser mala Halise Aksoy a dayika Egit Îpek ê cenazeyê wî bi kargoyê re hat şandin de girtin. Haliseyê ne li malê bû. Keça Haliseyê ya hîn bû polîsan bi ser mala dayika wê de girtine çû mala dayika xwe û diyar kir ku polîsan di malê de lêgerîn kirine. Her wiha polîsan diyar kirine ku ger derî neyê vekirin dê derî bişkînin.